Hewlêr (Rûdaw) – Qasim Erecî li ser êrişên dronan got, lijneyeke hevpar a Îraq û Herêma Kurdistanê dê li ser êrişan lêkolînê bike.”
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li ser ziyareta xwe ya Hewlêrê û civînên bi dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê axivî.
Li gorî gotina Erecî lijneyeke ewlehiyê ya hevpar dê rapora xwe amade bike û pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bike.
Qasim Erecî ji Rûdawê re got, "Lijneya hevpar hîn karên xwe bi dawî nekiriye. Piştî temamkirina karên xwe, hemû endamên lijneyê dê rapora xwe pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bikin."
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê her wiha diyar kir ku lijneyên teknîkî yên hevpar ji bo komkirina hemû belge û rastiyên derbarê êrişan de di karên xwe didomînin.
Şandeyeke Îraqê îro bi serokatiya Qasim Erecî hat Hewlêrê û bi Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û berpirsên dezgehên ewlehiyê re civiya.
Li gorî Ofîsa Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ziyaret û civîn li ser rênimayiya Mihemed Şiya Sûdanî pêk hatiye.
Li gorî gotina Erecî, di civînê de bi "hûrgilî" erkên lijneyê hatine eşkerekirin.
Qasim Erecî tekez kir ku ewlehiya Herêma Kurdistanê parçeyek ji ewlehiya Îraqê ye û da zanîn ku dezgehên pêwendîdar li ser zanyariyên derbarê êrişan de lêkolînê dikin.
Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku hevahengiya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bike.
Di vê mehê de zêdetirî 20 êrişên bi dronan li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatin kirin ku di beşek ji wan li bîrên petrolê yên parêzgehên Hewlêr û Dihokê hatin armanckirin.
Her wiha îro jî beriya gihiştina şandeyê 2 êrişên bi dronan li parêzgeha Hewlêrê hatin kirin û li gorî Dije Terora Kurdistanê di êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse