Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên bajarokê Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji diyarnekirina bihayê pemboyê nerazî ne û parêzgarê Rihayê weke berpirsyar dibînin, lewma ew dixwazin parêzgar dest ji kar berde.
Ew cotkar dibêjin, ligel ku demeke kêm maye bo berhevkirina berhemê pembû, lê heta niha bihayê bingehîn nehatiye diyarkirin. Cotkar guşarê li walî dikin daku bersiva wan bide.
Îbrahîm Topdag yek ji cotkarên nerazî ye, ew dibêje: “Ti dengek ji wezîr nayê, Wezîrê Kiştûkalî dizane li Izmîrê bihayê mewîjan rabighîne û bibêje eger daket jêr 10 lîreyan ew bi xwe kar li ser dikin. Bihayê findeqan destê te dişewitîne. Baş e pembû ne pêdiviyeke vî welatî ye? Eger ne pêwîst e ji me re bibêjin da neçînin. Ya rast we xelk bi tevahî xembar kir. Niha ji van Cotkarên pembû bipirse, ji sedî 80ê wan dibêjin sala bê naçînin.”
Piştî ku nikarîn xwe bighînin walî û jê re behsa pirsgirêkên xwe bikin, wan cotkaran teker şewitandin û rêya serekî ya Riha-Kaniya Xezalan girtin.
Heta demekê otomobîlan nikarîn di wê rêyê re derbas bibin û qerebalixî çêbû.
Fermandarê Cendirmeyan, Sabrî Kirişçî li cihê nerazîbûnê, daxwaz ji cotkaran kir, ku komîteyekê ji nûnerên xwe pêk bînin, daku daxwazên wan bigihîne aliyên peywendîdar.
Sabrî Kirişçî ji cotkaran re got:“Daxwazên we hatin bihîstin, ka em komîteyeke nûnertiyê amade bikin. Lê we rê girt, baş e yên ducanî, nexweş hene, wiha nabe. Deriyê walî vekirî ye, em baş ji hev fam bikin, wek lijneyekê walî dibînin û behsa pirsgirêkên xwe jê re bikin.”
Cotkaran di nav xwe de lijneyek pêk anîn û bi armanca civîna ligel walî çûn Qeymeqamiyê.
Li gor rapora Desteya Amarên Tirkiyê, Riha di berhemanîna pembû de pêşeng e û rêjeya ji sedî 41.97ê pembûyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li wî bajarî tê berhemanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse