Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê Meclis êdî yasayên aştiyê bixe rojevê û got, “Ji bo mafê hêviyê divê gavên pêwîst bên avîtin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan tev li civîna Baroya Amedê ya têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bû.
Tuncer Bakirhan di civînê de axivî û diyar kir ku hêviya wan ji pêvajoyê heye.
Bakirhan destnîşan kir ku divê Parlamentota Tirkiyeyê di qada hiqûq, edalet û birêvebiriya herêmî de zêdetir wêrek tevbigere.
"Pêvajoya salekê gelekî bi qîmet e"
Wî anî ziman ku her çend sala borî hinek gavên erênî hatibin avêtin jî wekî kêmkirina pevçûnan û berdewamiya diyalogê lê dikaribû zêdetir hatibana kirin.
Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku hewlên provokasyonan di pêvajoyê de tên dayîn lê ew ê bi ti awayî rê nedin vê yekê û got:
“Li gel hemû provokasyon û dijberiyan, berdewamiya pêvajoyê ya salekê gelekî bi qîmet û dîrokî ye.”
"Aktorekî herî girîng li Îmraliyê girtî ye"
Bakirhan bal kişand ser rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û got:
“Di vê pêvajoyê de aktorê herî girîng li Îmraliyê girtî ye. Hewldana wî ya dîplomasiya aştiyê gelekî bi qîmet e.
Pêwîst e êdî şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên dabînkirin. Eger şert û mercên karê azad ê birêz Ocalan bên guhertin, ez bawer dikim ku ew dê helwesteke berfirehtir der barê çareserkirina pirsgirêkê de nîşan bide."
Bakirhan her wiha ji bo "mafê hêviyê" yê Ocalan bangî dewleta Tirkiyeyê kir û got:
“Êdî divê ji bo mafê hêviyê yê ku birêz Bahçelî behsa wê kiribû gavên pêwîst bên avêtin.
Ev pêvajo li ser bingehê demokrasî û aştiyê hatiye avakirin. Em di navbera yek ji wan de bijardeyê nakin.
Her du bi hev re ne û ji hev nayên cudakirin.”
"Pirsgirêka Sûriyeyê nabe asteng"
Hevserokê DEM Partiyê behsa pêwendiya rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ya bi pêvajoyê re jî kir û got:
“Li tenişta me di serî de Sûriye, piştî derketina ji pevçûnan, li rêyên çareseriyê digere.
Li Tirkiyeyê jî pêvajoyek berdewam dike. Pirsgirêka Sûriyê nabe asteng li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.
Pirsgirêka Sûriyeyê bi dînamîkên Sûriyeyê ve girêdayî ye. Eger em bikaribin vê pêvajoyê bi ser bixînin, ev der dikare ji Sûriyeyê re jî bibe model.
Danîna Sûriyeyê wekî merc dê zirarê bide vê pêvajoyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse