Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê di civîna bi hevserokên şaredariyan de axivî.
Bakirhan got, ew di serdemeke ku dê sedsala bê diyar bike de ne û wiha pê de çû, “Em dê vî pêvajoyê rast bi rê ve bibin, rast birêxistin bikin û bi ser bikevin.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê tevlî "Civîna Hevserokên Şaredariyan û Hevserokên Meclisa Giştî ya Bajêr" bûn.
Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir û berpirsên DEM Partiyê yên Amedê jî beşdarî civînê bûn.
Tuncer Bakirhan axaftina destpêkê ya civînê kir û behsa xebatên şaredarên DEM Partiyê kir.
"Zehmet e mirov fêm bike..."
Bakirhan di destpêka axaftina xwe de amaje bi hevserokên şaredariyan ên girtî jî kir û got:
“Welatekî gelekî ecêb e. Em ji kîjan aliyî bimîrîn xerabî û nehiqûqî heye.
Ev yek bi dawî nabe. Du roj berê daxwaza berdana bi şert a Selçuk Mizrakli hat redkirin.
Hinceta wan ew e ku ‘ji rêxistinê qut nebûye.’
Belê, ew endamê rêxistinê ye; endamê Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) û endamê partiya me ye.
Ti endamtiyeke wî ya din nebûye.
Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan karên gelekî ecêb dike.
Zehmet e mirov fêm bike ka ew ji bo çi kar dikin. Di pêvajoyeke wiha de, ew hevalên me bi zanebûn ceza dikin û înfazên wan dişewitînin.
Divê sedema vê yekê bê lêkolînkirin. Divê dev ji van biryarên ku aqil disekinînin bên berdan.
Sûda vê nêzîkatiya tolhildêr ji bo kesî nîne.
Em li ser aştiyê diaxivin lê deste biryarê dide ku Mizrakli ‘ji rêxistinê dû neketiye’ pêwîst e dev ji vê şaşiyê bê berdan, em dê rê nedin van provokasyonan.”
"Hevserokên şaredariyan birêvebirên pêvajoyê ne"
Bakirhan bal kişand ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û got ku erkên mezin dikevin ser milê hevserokên şaredariyan û got:
“Em têkoşîna demokrasiya xwecihî dimeşînin lewma ev pêvajo ji nêz ve we eleqedar dike. Aştî tê wateya birêvebiriyên xwecihî yên çalak.
Aştî tê wateya mezinbûna qada we. Aştî tê wateya ku li şûna hilbijartiyan karmend neyên tayînkirin.
Her wiha aştî tê wateya ku Îller Bankasi bi awayekî wekhev nêzîkî şaredariyan bibe.
Me soza zelal da gel. Me got dê têkoşîna li dijî madeyên hişbir bê kirin, kes dê birçî nemîne û dê biratî hebe.
Birêvebirên sereke yên vê pêvajoyê hûn in.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê xwest ku qeyûm bi lez bên rakirin û got, “Heger em dê li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê bikin, divê gavên ku qeyûman ji holê radikin bên avêtin.
Daxwaza me zelal e, divê şaredarî dîsa radestî îradeya gel bên kirin.”
"Em dê bi ser bikevin"
Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşhatên li Rojhilata Navîn û got:
“Li Rojhilata Navîn pêşhatên gelekî cidî çêdibin. Dibe ku sedsala bê ya Rojhilata Navîn niha tê nivîsandin.
Lewma em di serdemeke dîrokî de birêvebiriyê dikin. Di vê serdemê de rîskên mezin hene lê em dikarin destkeftiyên mezin jî bi dest bixin.
Serkeftin hinekî di destê me de ye. Heger em li nirxan xwedî derkevin û xwe birêxistin bikin, em dikarin li Rojhilata Navîn di cihekî gelekî girîng de bisekinin.
Em dê vî pêvajoyê rast bi rê ve bibin, xizmeteke rast pêşkêş bikin û înşalah em dê bi ser bikevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse