Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wanê, 5 jinên ku bi armanca piştgiriya aborî ji malbatên xwe re bikin li hev kom bûn û kooperatîfek ava kirin.
Wan 5 jinên kedkar, bi piştgiriya dewletê dest bi hilberîna hingivê organîk kiriye û niha bûne mînakeke serkeftî ji bo jinên herêmê.
"Çima em bi xwe nakin?"
Kooperatîfa Jinan a Bahçesarayê sala 2022yan hate avakirin û sala borî li gundê Arvasê yê Miksê dest bi çalakiyên xwe kir.
Seroka Kooperatîfê Nurcan Hakanê behsa çîroka destpêkirina karê mêşvaniyê kir û got:
“Me berê ji hingivfiroşên din hingivê organîk dikirî. Em 5 jin hatin ba hev û me got çima em bi xwe nakin?
Me piştre projeya xwe pêşkêşî Wezareta Çandiniyê kir û 100 kevar dan me.”
"Armanc: 300 kevar û piştgiriya ji bo jinan"
Armanca 5 jinan ew e ku di demeke nêzîk de hejmara kevarên xwe derxînin 300î û hilberîna xwe zêde bikin.
Endama Kooperatîfê Canan Ayhanê jî bang li hemû jinan kir ku dest bi karên wiha bikin û got:
“Me bi armanca hilberîna hingivê organîk dest bi vî karî kir. Me li cihekî wiha organîk dikaribû karekî wiha bikira.
Em bi kêfxweşî û dildarî vî karî dikin. Ez pêşniyar dikim, bila hemû jin karekî wiha bikin. Armanca me mezinkirina vî karî ye.”
"Wan navendeke girîng a hingiv e"
Wan, li ser asta Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê yek ji navendên herî girîng ên hilberîna hingiv e.
Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê, sala 2024an li Wanê 2 hezar û 128 ton hingiv hatiye hilberîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse