Rêveberiya Xweser daxwazê ji cîhanê dike li hemberî înkarkirina mafê Kurd helwest nîşan bide

28-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Komîteya Destûra Sûriyê Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nebûna wan di Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê de înkarkirina mafê zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê ye.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro Duşemê (28.10.2019) daxuyaniyek belav kir û têde dibêje paşguhxistina wan xizmeta çareseriya demokratîk a Sûriyê nake, ew ji cîhanê dixwazin li hember înkarkirina mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyan helwest hebe.

Rêveberiya Xweser ragihandiye, ew pabendî Sûriyeke yekgirtî, demokratîk û pirralî ne.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, ku “êrîşa Tirkiyê komkujkirina gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê ye.”

Biryare roja Çarşemê 30ê Cotmehê li Cinêvê, yekem civîna Komîteya Nivîsîna Destûra Nû ya Sûriyê, bi beşdariya 150 endamên wê komîteyê bo heyama du rojan bê sazkirin.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen, beşdar wî civînê dibe û gotara destpêkê pêşkêş dike.

Şandiyê taybet yê Netewên Yekbûyî bo karûbarên Sûriyê ragihand ku hemû alî destpêkirina karê Komîteya Destûrê pesend dikin.

Karê wê komîteyê jî li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ye, ji bo piştgiriya proseya siyasî û destûrê, bi mebesta vekirina deriyê proseya siyasî li Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst