Hakan Fîdan: Divê mafên Kurd, Elewî û Êzidiyan bên parastin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Sûriye Kurd Elewî Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Di serî de Kurd, Elewî, Êzidî û Tirkmen, divê mafên hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan bên parastin."

Hakan Fîdan li Davosê piştî merasîma îmzekirina Destûra Lijneya Aştiyê daxuyanî da rojnamegeran û rojeva Sûriyeyê nirxand.

Fîdan destnîşan kir ku divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be û wiha got:

"Divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be lê di bin welatîbûna Sûriyeyê de jî bibe yek û tevkariya pêwîst bide Sûriyeyê."

"Şer li ser maseyê tê gotûbêjkirin"

Fîdan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rawestandina şerê li Xezeyê bi hemû hêza xwe dixebite û got:

"Di rastiyê de Lijneya Aştiyê cihek e ku gelek welat lê dicivin û hewl didin nêrînên xwe yên cuda li hev bînin.

Ev lihevanîn ne karekî hêsan e, mizakereyeke dîplomatîk a cidî û têkoşînê dixwaze.

Em dibin şahid ku şerê li qadê êdî li ser maseya muzakereyan tê meşandin."

“Yekîtiya Sûriyeyê ji bo me girîng e”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û wiha pê de çû:

"Yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê ji bo me girîng e. Di serî de ji bo Sûriyeyiyan, piştre jî ji bo herêmê girîng e.

Me her tim hewl da ku em roleke avaker bilîzin û em dê vê yekê bidomînin."

Fîdan bi bîr anî ku Sûriye ev 14 sal in di nav şerê navxweyî de ye û got:

"Veguhertina welatekî ku teror û penaberan hinardeyî welatên derdorê dike, ji bo Sûriyeyeke ku ber bi yekîtiyê ve diçe, penaberên xwe vedigerîne û terorê radiwestîne, bi rastî ji bo herêma me wekî mûcîzeyekê ye."

“Divê her kes di bin welatîbûna Sûriyeyê de bibe yek”

Hakan Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mafên pêkhateyan û got:

"Di serî de Kurd, Elewî, Êzidî û Tirkmen, divê mafên hemû pêkhateyên etnîkî û baweriyan bên parastin.

Divê her kes bi nasnameya xwe serbilind be lê di bin welatîbûna Sûriyeyê de jî bibe yek."

Fîdan diyar kir ku ev yek hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo herêmê faktoreke aştiyê ye û destnîşan kir ku pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê "bi giştî ber bi başiyê ve diçin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst