Hewlêr (Rûdaw) – Hate gotin, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kombûna ligel Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê de gotiye, “Petrola Kerkûkê radestê Bexdayê bikin bila mûçeyên karmendan bişînin.”
Êvara roja yekşemê (27-11-2016) Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê bi armanca gotûbêjkirina mijara meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.
Derbarê naveroka civînê de endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Qadir Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku di civînê de meaşên karmend û pêşmergeyan û herwiha bûdceya Herêma Kurdistanê hatiye rojevê.
Qadir Mihemed amaje bi wê yekê kir, ku di civînê de behsa krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, amaje bi rêkeftina ligel Bexdayê hatiye kirin û hatiye gotin ku divê ji boçareseriyê Bexda hevkariyê bike.
Derbarê bersiva Heyder Ebadî de parlamenterê Kurd got; “Ebadî got hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya petrolê ji sedî 20ê bûdceya Iraqê dibe. Bi vî awayî bi xwe dikare meşaên karmendên xwe dabîn bike.”
Qadir Mihemed herwiha diyar kir; “Ebadî ji me re got, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê peydakirina dahatên darayî û petrolê de şefaf be, hikûmeta Bexdayê jî amade ye mesa û bûdceya Kurdistanê bişîne.”
Parlamenterê Kurd herwiha da zanîn ku wan jî gotiye helwesta Serokwezîr ne di cîh de ye û divê ji bo çareseriyê rêyan peyda bike û li hember de jî Ebadî gotiye, “Tenê petrola Kerkûkê radestê me bikin, em jî meaşê karmendên Herêma Kurdistanê ji we re bişînin.”
Derbarê meaşên pêşmergeyan de jî Qadir Mihemed daxuyand, “Di civînê de behsa meaşên pêşmerge jî hate kirin û hate gotin ku Hêzên Pêşmerge hêzekî giring ê berevaniyê ye û nabe bûdceya wan bi pirsgirêkan ve bê girêdan. Ebadî jî eşkere kir, ku ev pirsgirên bi rêkeftineke pêşwexst hatiye çareserkirin. Li gorî vê rêkeftinê divê her meh 38 milyar dînar ji pereyê petrola Kerkûkê ji bo meaşên pêşmergeyan bê veqetandin ku nika bi giştî ev kojme gihiştiye 386 milyar dînaran.”
Endama Komîsyona Darayî li Parlamentoya Kurdistanê Şîrîn Husnî jî got; “Hikûmeta Iraqê ev demeke van hêcetan tîne pêş. Armanca wan ne ew e pirsgirêkan çareser bikin. Bexda ji bo çaresernekirina rewşê li hêcetan digre.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse