Îraq dê meaş bide zêdetirî 2 hezar û 400 jinên Kurd ên Êzidî

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Jinên Kurd ên Êzidî Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê dê di çarçoveya "Yasaya Rizgarbûyên Jinên Êzidî" de meaş bide zêdetirî 2 hezar û 400 jinên Kurd ên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Berpirsa Nivîsgeha Karûbarên Êzidiyan a Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îraqê Serab Ilyas îro ji Rûdawê re ragihand ku ji her mafdarekê re mehane 800 hezar dînarê Îraqê (nêzîkî 610 dolar) tê dayîn.

Serab Ilyasê diyar kir ku bi giştî 2 hezar û 481 jinên Kurd ên Êzidî dê meaş wergire.

Ev meaş li gorî yasaya ku Parlamentoya Îraqê sala 2021ê ji bo tazmînat û piştevaniya darayî ya jinên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgarbûyî derxistiye, tê dayîn.

Serab Ilyasê got, "Meaş di çarçoveya Yasaya Rizgarbûyên Jinên Êzidî de tê dayîn.

Tenê hinek kesên mafdaran mane ku kar û barên wan jî temam bibin.”

Hevdîtinên online

Li gorî agahiyên Serab Ilyasê, Wezaretê gav avêtine da ku rizgarbûyên li derveyî welat jî ji vê pêvajoyê bêpar nemînin.

Serab Ilyasê got, "Bi hinek rizgarbûyên ku li derveyî welat wekî Almanya û Swêdê dijîn re, ji bo hêsankirina kar û barên terxankirina meaş hevdîtinên online tên kirin."

Bêyî ku li cihê mana wan a niha were nihêrin, her jinên Kurd ên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibe revandin û rizgar bûne, mafê serlêdanê heye.

Rayedarên Îraqî 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an cara yekem bi jin û zarokên Êzidî yên parêzgeha Mûsilê ku li derveyî welat dijîn re bi rêya vîdeokonferansê hevdîtin kiribûn.

Komkujiya Şingalê

DAIŞê piştî ku destpêka sala 2014an dest danî ser herêmên berfireh ên bakurrojavayê Îraqê, Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin li dijî Kurdên Êzidî pêk anî.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ev êriş wekî komkujî nas kir.

Di êrişan de nêzîkî 5 hezar heta 10 hezar mêr û jinên Kurd ên Êzidî hatin qetilkirin, 6 hezar heta 7 hezar jin û zarok jî hatin revandin.

Li gorî Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya li Herêma Kurdistanê, ji wê demê ve zêdetirî 3 hezar û 590 qurbanî hatine rizgarkirin û xebatên dîtina windayan didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst