Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser meaşên karmendan û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ji Rûdawê re axivî.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo bipaşxistina meaşan "ti hincet nînin" û derbarê posta Serokkomariya Îraqê jî got, "Ji bo ti aliyan nehatiye piştrastkirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa nûçegihana Rûdawê ya li ser meaşên meha Îlonê yê karmendan de ragihand, soz hatiye dayîn ku "di demeke herî nêzîk de meaşan bişînin."
Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku posta Serokkomariya Îraqê "ji bo ti aliyan nehatiye piştrastkirin."
Mesrûr Barzanî ragihand, "Ti hincet ji bo bipaşxistina meaşan nînin û nedihat xwestin ew qasî bi paş bikeve.
Cihê mixabiniyê ye ku em niha li benda meaşên meha Îlonê ne û hikûmeta federal dest bi dabeşkirina meaşên meha Çiriya Paşîn kiriye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:
"Tiştê ku me bihîstiye ew e ku [berpirsên hikûmeta federal] soz dane ku di demeke herî nêzîk de meaşan bişînin."
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku mijar ne tenê meaşên meha Îlonê ne, di heman demê de "em ber bi dawiya salê ve diçin û hemû hewldana me ji bo wê yekê ye ku meaşên vê salê neşewitin û hemûyan bişînin.
Eger ev neyê kirin, divê gazin li hikûmeta federal werin kirin, çimkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên li ser milê xwe bi cih anîne.”
Avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da zanîn:
"Me gelek hewl da ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê were avakirin.
Wê demê nermî û derfet bêhtir bûn lê aliyên din xwest ku mijar heta piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê were bipaşxistin.
Niha jî wekî ku wan [aliyan] xwestiye, şert û mercên nû derketine pêş û em dê li gorî wan şert û mercan tevbigerin."
Mesrûr Barzanî derbarê posta Serokkomariya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku ew tekezî li ser wê dikin ku ew post ji bo Kurdan be lê divê di nav Kurdan de lihevkirin were kirin ku ji bo kîjan aliyî be û got, "Hîn jî bi ti awayî ji bo aliyan nehatiye piştrastkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse