Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Daqûq a Kerkûkê pêşmergeyek û hevjîna wî li nêzîkî xala kontrola ewlehî ya hêzên Iraqî di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dan.
Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Taha ji Rûdawê re ragihand ku duh bi şev saet 21.00 pêşmergeyekî û hevjîna wî dema ji Daqûqê vedigeriyan nahiyeya Heftexarê, 100 metre li nêzîkî xala ewlehş ya hêzên Iraqî di rê de rastî êrişa çekdarî hatin û di encama wê êrişê de pêşmerge û hevjîna wî canê xwe ji dest dan.
Rêbwar Taha diyar kir ku ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz kirine ku derbarê bûyerê de gavên pêwîst bêne avêtin çimkî bûyerên bi vî awayî yekem car nînin.
Li gor agahiyên berdest navê wî pêşmergeyê ku di êrişê de canê xwe ji dest daye, Letîf Mecîd e û temenê wî 45 salî bûye û xelkê gundê Mensûr yê nahiya Heftexar ya Daqûqê ye.
Ji aliyê din ve parlamenterên Kerkûkê bi daxuyaniyeke hevbeş êriş şermezar kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse