Hewldanên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê

29-12-2019
RÛDAW
Civîna Fermandarê Giştî yê HSDê li gel aliyên siyasî
Civîna Fermandarê Giştî yê HSDê li gel aliyên siyasî
Nîşan Rojava ENKS Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2019an bidawî hat, lê hêj hewlên yekrêzî û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê, serkeftineke bisûd nedîtiye.

Derbarê pêwendiyên aliyên siyasî yên Kurdî, li Rojavayê Kurdistanê, di sala 2019an de, hinek pêşketin û guherîn hatin peydakirin, ku hewlên pêkanîna nêzîkbûnekê di navbera hinekan ji wan aliyan de, hebûn.

Sala 2019an, du hewlên sereke, derbarê jihevnîzkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, hatin dan:

Yekem, destpêşxeriya Fransayê.

Duyem, destpêşxeriya Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Dawiya Gulana 2019an, hewleke Parîsê hate behskirin, bi (Destpêşxeriya Fransayê) hate naskirin.

Ew jî piştî ku şandeke ENKSê, Nîsana 2019an, serdana wî welatî kiribû kiribû.

Li gorî 10 xalên wê destpêşxeriyê, armanc jê pêkanîna sazan, lihevkirin yan rêkeftinekê bû, di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê û Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYDê û aliyên siyasî yên din ên Rêveberiya Xweser.

Her yekê ji ENKSê û Rêveberiya Xweser ragihand ku ew Destpêşxeriya Fransayê dipejirîne, lê têbînî, merc û xwendineke taybet a her aliyekî ji wan li ser naveroka wê destpêşxeriyê hebû.

Rêveberiya Xweser qutkirina pêwendiyên ENKSê ligel Îtîlafa Opozisyonê û danpêdan bi dezgehên Rêveberiya Xweser kirin mercên sereke, ji bo destpêkirina diyalogê.

ENKSê jî, avakirina baweriyê û keşûhewaya guncaw ji bo destpêkirina diyalogê, kirin mercên sereke.

Derbarê destpêşxeriya HSDê jî, ku daxwaza yekrêziya aliyên Kurdî kiribû, her yekê ji Rêveberiya Xweser û ENKSê,  pêşwazî li wê gavê kir.

17ê Berfanbara 2019an, Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser, daxuyaniyek ragihand, tê de hat ku ew pêşwaziyê li destpêşxeriya HSDê, ji bo yekirina gotara siyasî û yekrêziya aliyên Kurdî li Sûriyê, dike.

Di daxuyaniyê de hatibû, ti rêgirî li pêşiya ENKSê nîne ku nivîsgehên xwe veke û kar û çalakiyên xwe yên siyas, medyayî û civakî bike.

Li gorî heman daxuyaniyê, hemû dozên dadgerî li ser kesayetî û serkirdeyên ENKSê hatine hilweşandin.

Daxuyaniyê diyar kiribû ku lîsteyek bi navên 10 girtiyên ENKSê gihiştiye Fermandariya HSDê û komîteyên şopandina rastiyan ji bo vê dosyeyê hatine damezrandin.

Li gorî zanyariyan jî, 1 ji wan girtiyan hate berdan.

Desteya Serokatiya ENKSê jî, 20ê Berfanbara 2019an, lêdwanek derbarê daxuyaniya Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ragihand.

Tê de  ev gava Rêveberiya Xweser, bi erênî binav kir, eger ew gav bê cîbicîkirin.

ENKSê, ragihand ku ew ligel her gaveke erênî û cidî ye, ji bo avakirina baweriyê, di navbera aliyên siyasî de, herwiha tekez kir ku pêwîstiya berdana girtiyên siyasî yên ENKSê, bi damezrandina komîteyan nîne.

Ji bo piştrastiyê û cidiyeta danûstandinan jî, ENKSê daxwaza aliyekî navdewletî yê garantor kir.

Di navbera daxuyanî, ragihandin, destpêşxerî û berdewamiya nakokiyan de, bi dirêjiya sala 2019an, Herêmên Efrînê û navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê li jêr destên Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozsiyonê mane û gef û metirsî, li ser navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Hevdem ligel bidawîbûna sala 2019an jî, di praktîkê de, ti encamên berbiçav ên wan xwestek, daxwaz û ragihandinan nehatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst