Rêveberiya Xweser du endamên ENKSyê berdan

14-10-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê du endamên ENKSyê serbest berdan.

Du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) û Partiya Gel a Kurdistanî ku di nava ENKSyê de cih digirin hatin berdan.

Asayîşa Rêveberiya Xweser endamê PDK-Syê Ehmed Sofî û endamê Partiya Gel a Kurdistanî Husam Dursun serbest berdan.

Husam Dursun, li Dêrikê 1ê Nîsana îsal ji aliyê asayîşê ve hatibû girtin.

Ehmed Sofî jî ku di nava medyaya PDK-Syê de kar dikir, roja 2yê Nîsana îsal hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e