Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina îro ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov mijarên wek têkiliyên Hewlêr-Moskow, rewşa Iraqê, rewşa Sûriyê, rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û paşeroja wan gotûbêj kirin.
Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov bi serokatiya şandekê îro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Bogdanov li Balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin û piştre ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî ve hat qebûlkirin û li gel hev civiyan.
Piştî bidawîhatina civînê, Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Mîxaîl Bogdanov silav û rêzên serok Vladimir Putin û Serokwezîrê Rûsyayê gihand birêz Serokê Herêma Kurdistanê.”
Li gor daxuyaniyê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna serokwezîrê nû yê Rûsyayê pîrozbahî li Bogdanov kir û tekezî li ser xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên bi Rûsyayê re û di hemû waran de kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha pesnê kar û çalakiyên kompaniya Gazprom a Rûsyayê di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê da û ji ber wan çalakiyan destxweşî li Rûsyayê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Bogdanov de, “rewşa Iraqê jî hat gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya hewldanên ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nekirina Iraqê wek qada pirsgirêk û milmilaniyên hêzên herêmî û navdewletî hat kirin.”
Her li gor daxuyaniyê, “herdu aliyan behsa xwepêşandanan û hewlên ji bo diyarkirina srokwezîrê nû yê Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û giringiya hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên nakok kirin.”
Di daxuyaniyê de herwiha amaje bi wê yekê hatiye kiri, ku Nêçîrvan Barzanî û Mîxaîl Bogdanov di vê hevdîtinê de, “rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, Pirsa Kurd û paşeroja Kurdan di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsyayê li Sûriyê gotûbêj kirin.”
Di beşeke din a civînê de, herdu aliyên Rûs û Kurdistanî behsa “berdewamiya metirsiyên terorê û awayê rûbirûbûna wê, proseya aştiyê li Rojhilata Navîn, pêşhatên herî dawî yên pirsgirêka Felestîn-Îsraîl û rewşa navçeyê” kirin.
Şanda Rûsyayê li Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov, Rveberê Giştî yê Gazprom Neftê Sergey Petrov, Rêvebrê Cîbicîkarê Gazprom Neft Vadîm Yakovlev, Serokê Bazirgania Navdewletî Viaçeslav Nîkonorov, Serokê Projeyên Rojhilata Navîn Sergey Karavayev û çend berpirsên din ên siyasî, ewlehî û aborî pêkdihat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse