Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Tirkiye hemû biryarên navdewletî û biryarên agirbestê binpê dike” û diyar kir, “Rûsya û Amerîka ji kiryarên Tirkiyê berpirsyar in.”
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên artêşa Tirkiyê, şer û pevçûnên li herêmê û dawîn pêşhatan de daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Xweser amaje bi rewşa ji ber vîrusa koronayê ya li seranserê cîhanê dike û dibêje, Rêxistina Tendirustiya Cîhanê girîngiya pêwîst bi herêmên wan nade û “hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna Koronavîrus bi rêya hin tedbîrên pêwîst pêk tê da ku jiyana nêzî 5 milyon kes li van herêman biparêze.”
Rêveberiya Xweser di wê daxuyaniyê de Tirkiyê bi binpêkirina biryarên navdewletî û agirbestê dike û dibêje, “Di demekê de ku li tevahî cîhanê agirbest heye, dewleta Tirk hemû xebata xwe xistiye ser hedefgirtina herêmên me.”
Her wiha bi awayekî ber bi çav biryarên navneteweyî yên girêdayî agirbestê di dema belavbûna Koronavîrusê de, binpê dike. Ev tevahî nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk li gorî tu soz û biryarên navnetewî li hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tev nagere.
Rêveberiya Xweser dibêje, Tirkiye, “biryarên navdewletî yên girêdayî agirbestê di heyama belavbûna vîrusa koronayê de binpê dike û di serî de Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, Tirkiye li gor ti soz û biryarên navdewletî tevnagere.”
Herwiha Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî, Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî ku “li hemberî kiryarên dijminatî yên dewleta Tirk” ên li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi berpirsiyarên xwe rabin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)li gorî banga navdewletî ya rawestandina şer di rewşa heyî de, tev geriya. Divê zext li Tirkiyê bê kirin da ku ew jî li gorî vê yekê tev bigere. Derbarê hebûna dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, têkiliyên yekser ên Rûsya û Amerîka bi Tirkiyê re hene.”
Her di wê daxuyaniyê Rêveberiya Xweser bang li Rûsya û Amerîkayê jî dike, “berpirsiyarên xwe pêk bînin, da ku Tirkiyê jî pabendî wan peymanan bibe ku hemû aliyên peymanan berpirsiyariya êrişên Tirkiyê li herêmên me red dikin.”
Rêveberiya Xweser diyar dike, “Ev binpêkirin, tevlîheviyê derdixin û didin nîşandan ku Tirkiyê xeteriya vîrusa koronayê paşguh dike û şertên mirovî yên heyî ji bo pêkanîna planên xwe yên dijminahiyê, bi kar tîne. Lewra em bang li aliyên navborî dikin ku bi lez tev bigerin û van binpêkirinan rawestînin.”
Roja 28ê vê mehê, demjimêr 04:00ê berbangê balafireke bêpîlot xaleke hêzên Asayişê li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiribû û di encamê de ziyanên madî çê bûbûn. Medyaya xwecihî jî diyar kiribû ku ew balafira bêpîlot ya Tirkiyê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse