Şirnex - Pezê xwe bir çêrê lê termê wî hat dîtin

29-04-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qileban Haci Kara Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê şivanekî ku pezê xwe diçêrand li çolê mirî hat dîtin.

Li gundê Helalê yê Qilebanê, doh şivanê bi navê Haci Kara yê 60 salî ji bo pezê xwe biçêrîne çûye çolê û piştî ku venegeriya malê, malbata wî xebera cendirmeyan pê xist.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên AFADê çûn herêmê.

Di encama lêgerînê de îro termê Haci Kara hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê ragihandi ku li ser termê şivan ti derb û birîn nebûne û wan termê wî biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê.

Her wiha di encama otopsiyê de derket holê ku Kara ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst