Konsulê Çînê: Rûdaw yek ji çavkaniyên sereke yên agahiyan e

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Çîn Liu Jun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Jun di peyamekê de bi helkefta 12emîn salvegera Rûdawê got, "Rûdaw bûye tora medyayî ya pêşeng li Herêma Kurdistanê û li Rojhilata Navîn yek ji çavkaniyên sereke yên agahiyan e."

Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Konsolê Giştî yê Komara Gelê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun, bi wesîleya 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Liu Jiun di peyama xwe de, amaje pê kir ku "Rûdaw, wekî tenê medyaya Îraqî ku nivîsgeha herdemi li Çînê heye, rûmaleke berfireh, rastgo û bêalî ji bo mijarên têkildar bi Çînê re kiriye."

Wî teqez kir ku "Van hewldanan bi awayekî berbiçav têgihiştina hevbeş û têkiliyên di navbera gelan de yên Çîn û Herêma Kurdistana xurttir kirine."

Konsolê Giştî yê Komara Gelê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun di peyama xwe de wiha got:

"Birêz Kak Ako Mihemed, Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê

Bi helkefta 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdaw, pîrozbahiya xwe ya herî germ pêşkêşî we û tîma we ya Rûdaw dikim ku bûye tora medyayî ya pêşeng li Herêma Kurdistanê û li Rojhilata Navîn yek ji çavkaniyên sereke yên agahiyan e.

Rûdaw, wekî tenê medyaya Îraqî ku nivîsgeha herdemi û nûçegihanên wê li Çînê hene, rûmaleke berfireh, rastgo û bê alî ji bo mijarên têkildar bi Çînê kiriye.

Van hewldanan bi awayekî berbiçav têgihiştina hevbeş û têkiliyên di navbera gelan de yên Çîn û Herêma Kurdistana Îraqê xurttir kirine û em spas û pêzanînên xwe yên germ pêşkêşî birêz Kak Ako Mihemed û hemû tîma wî dikin ji bo dilsozî û pêbendiya wan, her wiha em pesnê birêz Mehdî Ferec, nûçegihanê Rûdaw yê li Pekînê didin ji bo wî karê ku bi dilsozî û bê westandin pêk tîne.

Her wiha wekî endamekî Tora Nûçeyan a Kemer û Rê (Belt and Road), Rûdaw di pêgeheke baş de ye ji bo zêdetir xurtkirina rola xwe wekî pirekê di navbera Çîn û Herêma Kurdistana Îraqê de.

Hêvîdar im ku Rûdaw berdewam be li ser parastina bingehên rojnamegeriya bêalî û dadmend û ji rêya nivîsgeha xwe ya li Çînê, pêş bi rûmalkirina nûçeyên Çînê bide û hevahengiya zêdetir li gel ajansên nûçeyan ên Çînê bike.

Em hêvî dikin ku Rûdaw berdewam be di lîstina roleke girîng de wekî pirekê di navbera her du aliyên me de."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst