Nêçîrvan Barzanî Konsolê nû yê Hindistanê pêşwazî kir

29-06-2025
RÛDAW
Nîşan Brijesh Kumar Nêçîrvan Barzanî Hindistan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Hindistanê Brijesh Kumar civiyan.

Her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyanî da û eşkere kir ku di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Brijesh Kumar kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha hemû piştgiriyeke aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftinê di erkê wî de dûpat kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li daxwaza dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan kirine.

Her wiha derbarê awayê berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cuda jî de gotûbêj hatine kirin.

Di civînê de her du aliyan bal kişandin ser kar û çalakiyên karker û kompanyayên Hindî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê kar dikin.

Pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wê, mijareke dinê hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst