Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Divê şandina mûçeyan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê werin mîsogerkirin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî (NY) yê Îraqê Mihemed El Hesen civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr ـ Bexdayê û gotûbêjên di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêk û êrişên dronî yên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di derbarê rol û karnameya tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo vê dema ku li Îraqê maye de, dan û standina bîr û ramanan kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê bilind nirxand û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û mîsogerkirina şandina mûçe û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî peymanan kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha rêgirtina li êrişên bi dronan yên li Herêma Kurdistanê ji bo aramî û ewlehiya welêt bi pêwîst zanî.
Li aliyê din Nûnerê Taybet ê Sekreterê NYyê Mihemed El Hesen dilgiraniya xwe ya derbarê êrişên dronan de anî ziman û piştevaniya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr-Bexdayê, şandina şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û parastina aramiya welêt dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bipêşketinên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn mijareke din a hevdîtinê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse