Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û Alîkarê Serokê Weqfa Beşîkçî Xalid Sadinî got ku Îsmaîl Beşîkçî wesiyet kiriye ku li Amedê bê veşartin û ji bo wî gorek jî hatiye kirîn.
Sadinî her wiha da zanîn ku termê xanima Îsmaîl Beşîkçî jî dê ji Enqereyê were veguhestin û li kêleka wî bê veşartin.
Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî (85) li Amedê ji ber ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Rewşa tenduristiyê ya Îsmaîl Beşîkçî li gorî pêr gelekî baştir e.
Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci, rewşa Beşîkçî li gorî doh gelekî baştir bûye, tansiyona wî daketiye, hafizeya wî û hişê wî vegeriyaye cih.
Di axaftina wî de hîn hinek pirsgirêk hene û ew felca qismî jî berdewam dike.
Hat zanîn ku ew 24 saetên krîtîk ên ku bijîşkan destnîşan kiribûn derbas bûne û ev yek wekî nîşaneke başbûnê tê dîtin.
Siyasetmedar diçin serdana wî
Şandeyên cuda Îsmaîl Beşîkçî li nexweşxaneyê ziyaret dikin.
Doh Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz çûn serdana wî.
Piştî nîvro jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana wî kirin û her du şandeyan jî piştrast kirin ku rewşa wî baş e.
#VÎDEO - Carinan mirov hemû jiyana xwe fedayî doza welatekî dike û dixwaze xwe bispêrê axa wî welatî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 29, 2025
🎙️ Alîkarê Serokê Weqfa Bêşîkçî Xalid Sadiniyê ku dost û rêhevalê Îsmaîl Bêşîkçî ye agahiyên girîng û nû dan Rûdawê:
🗨️ Îsmaîl Bêşîkçî çavên xwe vekirine û her kesî nas dike… pic.twitter.com/UjZWPncUnF
Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî ku 65 salên xwe ji bo doza Kurdan feda kirine, wesiyet kiriye ku eger wefat bike li Amedê bê veşartin.
Alîkarê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û dostê wî yê 35 salan Xalid Sadinî, piştî ku rewşa tenduristiyê ya Beşîkçî xirab bû, agahiyên nû û gelekî girîng dan Rûdawê.
Sadinî da zanîn ku rewşa Beşîkçî baştir dibe û got, “Îsmaîl Beşîkçî çavên xwe vekirine û her kesî nas dike.”
"Bila Kurd ji bo wî dua bikin"
Xalid Sadinî bi bîr xist ku Beşîkçî 65 salên xwe dane doza Kurdan û got:
“Bila Kurd niha destê xwe vekin da ku Xwedayê dilovan şîfayê bidiyê. Hebûna wî ji bo me tiştekî gelekî mezin e. Her gava pal û pişta me jî bû.”
"Min wekî kurê xwe dibîne"
Sadinî behsa dostaniya xwe ya kûr a bi Beşîkçî re kir û diyar kir ku ew wî wekî bavê xwe û Beşîkçî jî wî wekî kurê xwe dibîne.
Sadinî got, “Dostaniya me êdî wekî awayekî gelekî zêde çêbûye, hez û bîr û fikirên Îsmaîl Beşîkçî gelek tesîr li ser min kiriye.”
"Yekî ez fehm kirime, ew jî Mesud Barzanî ye"
Nivîskar Xalid Sadinî anekdoteke balkêş jî parve kir û got:
“Carekê min ji Beşîkçî pirsî, 'Hocam, li vê dinyayê kê tu fehm kiriyî?' Wî got, 'Yekî ez fehm kirime, ew jî Mesud Barzanî ye.'
Min got, 'Yê duyem kî ye?' Got, 'Îbrahîm e.' Min pirsî 'Yê sêyem kî ye?' Got, 'Yê sêyem tu yî.' Dema min pirsî ka kesekî din heye an na, got, 'Belê hene lê ez wan nas nakim.'”
"Gorên wan dê li Amedê li kêleka hev bin"
Xalid Sadinî herî dawî wesiyeta dîrokî ya Îsmaîl Beşîkçî eşkere kir.
Wî da zanîn ku berê Beşîkçî ew wekî warisê xwe destnîşan kiribû lê wan ev yek eşkere nekiribû. Sadinî li ser plana veşartina li Amedê jî wiha axivî:
“Xanima Beşîkçî 4 sal berî niha wefat kir. Me ew wisa defin kir ku em karibin rojekê cenazeyê wê bînin Amedê.
Îsmaîl Beşîkçî ji bo xwe jî li Amedê erdek kirî ye (ji bo gora xwe). Xwedê neke lê eger rojekê wefat bike, em dê wî li Amedê veşêrin û xanima wî jî bînin vê derê û wan li kêleka hev veşêrin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse