Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, Suryaniyên ku berê koçî welatên Ewropayê kiribûn, vedigerin ser axa bav û kalên xwe.
Vegera Suryaniyên ji welatên wekî Almanya, Swêd û Holendayê roj bi roj zêdetir dibe. Ew Suryaniyên ku salên dirêj li Ewropayê jiyane, êdî li cih û warê xwe vedigerin.
Patrîkê Dêra Ortodoks a Suryaniyan Efrem Kerîm li ser vegera Suryaniyan got:
“Ger derfetên niha beriya 40 salî hebûna, Suryaniyan ji vir koçî Ewropayê nedikir. Rakirina astengiyên vegerê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve vegera Suryaniyan a welatê xwe pir hêsan kir.
Em dibînin ku li gundan dêr tên nûjenkirin, xanî tên avakirin. Zarokên malbatên vedigerin li vir tên vaftîzkirin.”
Bi taybetî li gundên Kefrê, Zazê, Aynwertê, Hax û Nehilê yên Midyadê û gundên Badibê, Xerabêalê û Gundikşikro yên Nisêbînê, xanî ji nû ve tên avakirin û vegereke berbiçav heye.
“Nifûsa gund ji 7-8 kesan derket 150- 200 kesî”
Muxtarê Gundê Nehilê Resul Kuçukaslan jî diyar kir ku nifûsa gundê wan gelek zêde bûye û wiha axivî:
“Xaniyên ku nû hatin çêkirin hene, yên hatine nûjenkirin hene. Nifûsa gund heta 7-8 kesan daketibû, bi vegerê re heta 150-200 kesî zêde bûye. Hîn jî kesên ku dê vegerin hene.”
Welatiya Suryanî Meryem Arikê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vegerê anî zimên û got:
“Em ji hemû welatên Ewropayê tên vê derê û hevûdu dibînin. Em gelekî kêfxweş in. Kesên ku 30 sal in me hevûdu nedîtibû, em li vê derê gihiştin hev. Hesteke gelekî xweş e.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji ber koçkirin û nakokiyan hejmara Suryaniyan kêm bibû.
Li gorî amarên sala 2019an, nêzîkî 25 hezar Suryanî hebûn ku zêdetirî 15 hezarê wan li Stenbolê dijiyan.
Lê di salên dawî de, hejmareke zêde ya Suryaniyan ji Ewropayê vedigerin warên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse