Berfa payîzê rewşa pezdarên Geverê zehmet kir

29-11-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Gever Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Berf hêdî hêdî çiya û deştên Bakurê Kurdistanê digire. Di zivistinê de jî gellek zehmetî bi taybetî ji bo xwediyên mer û malatî û şivanan çêdibe. Ji ber zêdebûna bihayê yêm ( alaf) şivan heta bikarin pezê xwe li derve diçerînin, tevî ku berf bariye jî lê belê li Geverê hê jî li hindek gundan gundî ji ber mesrefan, pezê xwe dibin çerê.

Pêla berfê çiyayên Cîlo û Satê, Çarçela û nihêl û eşta Geverê bi kirasê xwe sipî pêçaye û çiyayên Geverê xêliya bûkiniyê li ser serê xwe daneye û  deşt bi dilê xwe xemilî ne.

Gevera Bakurê Kurdistanê li kêleka hemû bedeviyên xwe bi sir û sermayê navdar e. Şivanê gundê Xalane Zekî Yalçin jî dibêje, ji ber ku giya û yêm kêm e heta rojekê em pêzê xwe li derve biçerînin her baş e.

Zekî Yalçin ji Rûdawê re got, “Sir û sermaya Geverê gellek dijwa re û jiyan gellek zehmet e. 5- 6 meha pezê me dimîne di hundir de û gellek mesrefên me çêdibin heta rojekê em pezê xwe li derve biçerînin ji bo me her dîsa baştir e. yan na em gellek zehmetiyan dibînin û mesrefekî zêde jî dikin.”

Li Colemêrg û Gever û Şemzînan, Çelê û Rubarokê jiyana xelkê para bêhtir li ser xwedankirina mer û malatan e û kurdên wê deverê bi hezaran salin li gorî heman kevneşopiyan amadekariyên xwe yên zivistanê dikin.

Arif Omgun jî şivanê pez e û dibêje, “Salê 8 mehan li cem me zivistan e. tenê 4 mehên me hene. niha jî zivistan e û serma ye. heta 8 mehan em di vî halî de ne.” 

Pêlên berfê li Bakurê Kurdistanê bi tayebtî li devera Colemergê gellek caran dibe sedem ku bi rojan rêyên gund ûı navçeyan girtî bimînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst