Mesrûr Barzanî: Me bi Dana Gasê re li hev kir, kareba vedigere

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Kormor Dana Gas Kareba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke lezgîn belav kir û ragihand ku ew ligel şîrketa Dana Gasê gihiştine rêkeftinekê da ku hilberîna li Zeviya Kormorê dest pê bike û di çend demjimêrên bê de kareba vegere.

Mesrûr Barzanî her wiha got, “Ev êrişa 11emîn a li kêlgehê û nabe bibe bûyereke asayî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de amaje bi wê yekê kir, piştî amadekariyên teknîkî, îro wan ligel şîrketa Dana Gasê li hev kiriye ji bo destpêkirina hilberînê.

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya xelkê Kurdistanê jî kir ji bo bêhnfirehiya wan a li hemberî wê kêmbûna karebayê ku ji ber êrişê çêbûbû.

Serokwezîr tekez kir ku êriş li dijî berjewendiya hemû welatiyan bûye û li Herêma Kurdistanê û Îraqê bûye sedema qutbûna karebaya bi milyonan kesan.

Mesrûr Barzanî heer wiha piştrast kir ku ew li gel hikûmeta federal hemû hewlan didin ji bo cezakirin encamderan û rêgirtina li dubarebûna wê.

“Divê mafyayên gendel bên sizadan”

Di beşeke din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere dike ku ew li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî axiviye û jê re gotiye:

“Divê encamderên vê êrişê her alî û grûp bin û li her kû derê bin, lêpirsîn li gel wan bê kirin û radestî dadgehê bên kirin.”

Mesrûr Barzanî hişyariyê dide ku Îraq nikare veberhênana biyanî bikişîne “di demekê de milîs û komên çekdar ên ji yasayê derketî û mafyayên gendel bêyî ti ceza û lêpirsînê, êrişî binesaziya aborî ya welat bikin.”

Di dawiyê de Serokê Hikûmetê peyamekê arasteyî "dijminan" dike û dibêje:

"Ev êrişên tirsonek me ji başkirina jiyana welatiyan ranawestînin û em dê di karwanê pêşketinê de bidomin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Spasiya xelkê Kurdistanê dikim ji bo bêhnfirehî û berxwedana wan ku piştî êrişa terorîstî ya çend rojên borî ya li ser binesaziya gaza Herêma Kurdistanê, tûşî kêmiya karebayê bûn.

Xelkê niştimanperwer ê Kurdistanê bi giştî ev êriş şermezar kir ku li dijî berjewendiya hemû welatiyan bû û bû sedema qutbûna karebaya bi milyonan kesan li Herêma Kurdistanê û Îraqê.

Îro piştî amadekariyên teknîkî, me ligel şîrketa Dana Gasê li hev kir ji bo dîsa destpêkirina hilberînê û vegerandina karebayê di çend demjimêrên bê de.

Ez li gel birêvebiriya şîrketê axivîm û min spasiya birêvebirî û hemû karmendan kir ji bo berxwedan û îradeya wan a bihêz.

Ev 11emîn êriş e li ser zeviyê û amadebûna wan jî ji bo berdewamiya li ser karê xwe, nîşaneya berxwedana wan e.

Min ew piştrast kirin jî ku li gel hikûmeta federal, em hemû hewlan didin ji bo bidawîanîna êrişên terorîstî û gihandina encamderên êrişê bi cezayê û rêgirtina li ducarebûna wê di paşerojê de.

Di heman demê de em li gel hevbeşên xwe yên navneteweyî kar dikin ji bo dabînkirina pêdiviyên parastina gelê me û binesaziya aborî û veberhênana me.

Ev êriş nabe bêyî lêpirsîn derbas bibe û nabe êriş bibin bûyereke asayî.

Diyar bû ku çavên dijmin, neyar û kirêgirtiyên wan bi bipêşketina Kurdistanê û aramî û asûdeyiya xelkê ranabe û bi şêweyekî tirsonek û nemerdane, ev êriş kir û li dijî ronahiyê rawestiyan û hewl dan tariyê vegerînin.

Me li gel Serokwezîrê Federal Birêz Mihemed Şiya Sûdanî behs kiriye ku divê encamderên vê êrişê her alî û grûp bin û li her kû derê bin lêpirsîn li gel wan bê kirin û radestî dadgehê bên kirin.

Ev yekane rêgirî ye û em çaverê ne rêkarên cidî û kirdarî bên girtin.

Çimkî Îraq nikare veberhênana biyanî ji bo xwe bikişîne di demekê de milîs û komên çekdar ên ji yasayê derketî û mafyayên gendel bêyî ti ceza û lêpirsînê, êrişî binesaziya aborî ya welat bikin û dilê xwe bi azara xelkê Kurdistanê xweş bikin.

Spasiya tîma teknîkî ya her du wezaretên Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Karebayê û hêzên ewlehiyê dikim ji bo kar û westîna wan a di çend rojên borî de.

Em tekez dikin, ev êrişên tirsonek me ji başkirina jiyana welatiyan ranawestînin.

Em dê li ser kar berdewam bikin û domandina karwanê pêşketin û avedaniyê û ji xelkê Kurdistanê dixwazim ku bi berdewamî piştgiriya hikûmeta xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst