Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser karebayê daxuyanî da

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Kareba Kormor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piraniya pirsgirêkên teknîkî yên Dana Gasê hatine çareserkirin û her gava ku veguhastina gaza xwezayî ji bo stasyonên karebayê (elektrîk) dest pê kir, ew dê welatiyan agahdar bikin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê hilberîna qazê ya li Kormorê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîmeke hevpar a wezaretê û Wezareta Karebayê li gel Şirketa Dana Gasê mijûlî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî bûne û "piraniya pirsgirêkan hatine çareserkirin."

Li gorî daxuyaniyê, armanca çareserkirina pirsgirêkan ew e ku "di dema herî kurt de dest bi pêvajoya hilberîna gaza xwezayî ya ji bo stasyonên hilberîna karebayê were kirin."

Wezaretê destnîşan kir, "Her ku hilberîna gazê dest pê kir dê rasterast ji bo stasyonên karebayê were veguhastin û em dê welatiyên Kurdistanê ji her bipêşketineke pêvajoyê agahdar bikin."

Naveroka daxuyaniya hevpar

Deqa daxuyaniya hevpar a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Karebayê wiha ye:

"Piraniya pirsgirêkên teknîkî yên Dana Gasê hatine çareserkirin û her gava ku veguhastina gaza Xwezayî ji bo stasyonên karebayê dest pê kir, em dê welatiyên Kurdistanê agahdar bikin.

Îro tîmeke her du wezaretên Çavkaniyên Xwezayî û Karebayê bi serperiştiya Brîkarê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Karebayê û bi amadebûna Birêvebirên Giştî yên Dîwana Wezaretê, Hilberîna Karebayê, Kontrola Karebaya Herêmê û Şêwirmendê Aborî li gel berpirsên Şirketa Dana Gasê mijûlî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên hilberînê bûn.

Piraniya pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve çûne da ku di dema herî kurt de dest bi pêvajoya hilberîna gaza Xwezayî ya ji bo stasyonên hilberîna karebayê were kirin.

Her ku hilberîna gazê dest pê kir dê rasterast ji bo stasyonên karebayê were veguhastin û em dê welatiyên Kurdistanê ji her bipêşketineke pêvajoyê agahdar bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst