Parêzgarê Şirnexê spasiya Serok Barzanî kir û êrişa li Kormorê şermezar kir

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Bîrol Ekîcî Melayê Cizîrî Kormor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Şirnexê Birol Ekîcî di Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî de daxuyanî da û got, “Ez êrişa li ser kêlgeha gaza sirûştî ya Kor Morê şermezar dikim. Ev êriş, êrişeke li dijî refah, yekîtî, pêkvebûn û biratiya me ye.”

Ekîcî her wiha xwest ku destwerdanên derve bên rawestanin û got, “Divê êdî em hemû bi hev re ji destwerdanên derve re bibêjin na. Divê em ji bo bipêşxistina biratiya Kurd, Tirk û Ereban ku hezar sal in li ser van axan bi hev re dijîn hewl bidin.”

Sempozyuma 4emîn Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hevkariya Parêzgariyê, Zanîngeha Şirnexê û Qeymeqamiya Cizîrê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Di sempozyuma ku Serok Mesûd Barzanî jî beşdar bûye de, Parêzgarê Şirnexê Birol Ekîcî jî axaftinek kir.

Ekîcî anî ziman ku wan Serok Mesûd Barzanî vexwendiye û got:

“Birêz Serok, ji ber ku hûn hatin ser vexwendina me ya ku me 13ê Çiriya Pêşîn di ziyareta xwe de kiribû, ez li ser navê hemşehriyên xwe spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.”

Ekîcî diyar kir ku ew di sempozyumê de têgihiştina exlaqî ya Melayê Cizîrî dinirxînin, wî bi hûrgilî lêkolîn dikin û wiha axivî:

“Di Sempozyuma 4emîn Melayê Cizîrî de em têgihiştina exlaqî ya Melayê Cizîrî gotûbêj dikin.

Em dê wê hûr û kûr lêkolîn bikin û helbet divê exlaqê me bibe exlaqê bedew ê Îslamê.

Em umeta wî pêxemberî ne ku gotiye ‘Ez tenê ji bo temamkirina exlaqê bedew hatime şandin.’ Em evdên heman Xwedayî ne.

Melayê Cizîrî jî sultanê edebiyata me ye, şaheserên xwe nivîsandine û diyarîyî me kirine.

Di vê çarçoveyê de em hemû dizanin ku îro li cîhanê hinek dibêjin exlaq tê guhertin.

Lê exlaqê me yek e. Îro malbata me, ciwanên me, bazirgan û senetkarên me, exlaqê wan di bin gefê de ye.

Em neçar in exlaqê ciwanên xwe biparêzin. Divê em avahiya xwe ya malbatî ya bihêz û exlaqê mirovên xwe biparêzin.

Guherîneke ew qasî bilez heye ku ji her aliyî ve tevgerên ku teşwîq dikin exlaqê ciwanên me xera bibe, ji rê derkevin, tûşî madeyên hişber bibin an jî keçên me wekî kuran, kurên me wekî keçan bijîn hene.

Divê em hemû bi hev re ciwanên xwe, malbatên xwe û zarokên xwe ji van tevgeran biparêzin. Wekî ku min berê jî got, exlaqê me exlaqê Îslamê ye.”

Pêvajoya aştiyê

Ekîcî amaje bi pêvajoya aştiyê jî kir û got:

“Wekî ku em hemû dizanin, me gelek salan li ser van axan serdemeke tarî jiya. Îro di navbera me de sînorek heye. Ev sînor nabe asteng li pêşiya yekîtiya dilên me.

Lê ji bo ku ev serdema ku em tê de dijîn û projeya yekîtî, bihevrebûn û biratiyê ya ku di bin serokatiya Serokkomarê me de dest pê kiriye, bi awayê herî baş bi pêş de biçe em bi hemû hêza xwe hewl didin û em dê hewl bidin.

We hilbijartinên 11ê Mijdarê bi awayekî gelekî xweş kirin. Ji ber vê yekê ez we pîroz dikim.”

“Ez êrişa li Kormorê şermezar dikim”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ekîcî bal kişand ser êrişa li ser kêlgeha Kor Morê ya li Silêmaniyê û ev tişt gotin:

“Du roj berê li Qada Kormorê êrişek li ser qadeke gaza sirûştî çêbû. Ez vê yekê jî şermezar dikim."

“Divê em ji bo bipêşxistina biratiya Kurd, Tirk û Ereban hewl bidin”

Parêzgarê Şirnexê wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Ev êriş, êrişeke li dijî refah, yekîtî, pêkvebûn û biratiya me ye. Divê êdî em hemû bi hev re ji destwerdanên derve re bibêjin na.

Divê em ji bo bipêşxistina biratiya Kurd, Tirk û Ereban ku hezar sal in li ser van axan bi hev re dijîn hewl bidin.

Bi van hest û ramanan, ji ber ku hûn hatin vê derê, ez careke din li ser navê hemşehriyên xwe spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û şandeya wî dikim.

Em hêvî dikin ku sempozyuma me bibe sedema xêrê û bibe sedema bipêşketina yekîtî, pêkvebûn û biratiya me. Ez rêzên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst