Hewlêr (Rûdaw) - 5 welatiyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li deverên çiyayî yên di navbera bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê de winda ne.
Ew welatî bi mebesta çêrandina pez û dewaran çûbûn zozanên Xinêreyê yên li sînorê Sîdekanê.
Hat ragihandin ku ew îro hatine rizgarkirin û vegeriyane Rojhilatê Kurdistanê.
Merivên wan agahdar bûn ku ew derbasî nav sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûne lê piştî demekê agahî ji wan qut bûye û winda bûne.
Li gorî zanyariyan, 4 ji wan xelkê Şinoyê ne û yek jî xelkê herêma Berandêzê ya Urmiyeyê ye.
Xizmekî wan ji Rûdawê re got, wan Heyva Sor agahdar kiriye lê ji ber ku rewşa hewayê gelekî xirab e tîm nikarin biçin deverên çiyayî.
Navê sê kesan ji wan kesan wiha ye: Seyfedîn, Cebraîl û Kemal.
19 kes hatin rizgarkirin
Li aliyê din, 19 welatiyên ku du şev bûn li deverên çiyayî yên navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê di nav berfê de asê mabûn, îro hatin rizgarkirin.
Qeymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re got, "Hemû bi silametî hatine rizgarkirin."
Îhsan Çelebî diyar kir, "Destpêkê agahî hatibûn ku 21 kes in lê piştî rizgarkirinê derket holê ku 19 kes in."
Qeymeqamê Sîdekanê got, “11 kes xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û 8 kes jî xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Ez bi xwe bi wan re axivîm, rewşa tenduristiya wan baş e."
Navê welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku hatine rizgarkirin ev in: Tacîr Qadir, Mihemed Osman, Metîn Erşed, Aras Qadir, Nîhad Hemeemîn, Mihemed Gazî, Pûşo Îsmaîl û Ehmed Qasim.
Heta niha nasnameya wan 11 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê nehatiye zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse