Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya bahozê hat dayîn

30-04-2025
RÛDAW
Nîşan Bahoz Hişyarî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 9 parêzgehan ba û bahoz çêdibe û divê  welatî tedbîrên pêwîst wergigrin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba û bahozê da.

Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, 1ê Gulana 2025an li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Çewlîg û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê dê ba û bahpz çêbibe û dem bi dem dê baran bibare.

Hat diyarkirin ku egera firîna serban û barîna tozê heye û dibe di çûnûhatinê de welatî rûbirûyê zehmetiyan bibin.

Her wiha bi taybetî hişyarî hatiye dayîn ku welatî tedbîrên pêwîst wergrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst