Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê Arslan Tatar diyar kir ku li Şirnexê berê ji ber sedemên ewlehiyê dar dihatin birîn lê êdî ev yek bi dawî bûye.
Tatar da zanîn ku pêvajoya çareseriyê ya ku bi danîna çekan a PKKyê re berdewam dike, ji aliyê gel ve bi erênî tê pêşwazîkirin.
Baroya Şirnexê li ser birîna daran a li gundên navçeya Silopyayê gilî li Serdozgeriya Komarê kiribû û ragihandibû ku ew dê mijarê bigihînin Parlamento û Serokkomariya Tirkiyeyê jî.
Di rapora ku ji aliyê baroyê ve hatibû amadekirin de, hatibû diyarkirin ku li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê bi salan e ‘di bin navê ewlehiyê de’ dar bi awayekî sîstematîk tên birîn.
Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê Arslan Tatar bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Arslan Tatar da zanîn ku berê li herêmên Cûdî, Gabar, Kato û Bestayê ji ber sedemên ewlehiyê yên li herêmên ku wekî herêmên leşkerî hatibûn ragihandin, dar dihatin birîn lê ev rewş êdî bi dawî bûye.
“Birîna daran hat qedexekirin”
Tatar da zanîn ku ew li ser mijarê bi Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli re axiviye û got:
“Nêzîkî sê meh berê em bi Wezîrê Çandiniyê re çûn Şirnexê.
Min jê re got, niha Elhemdulîlah em behsa biratî, aramî û Tirkiyeyeke Bêteror dikin.
Êdî pirsgirêkeke ewlehiyê nemaye. Divê ji niha û pê ve birîna daran were qedexekirin.
Birêz Wezîr jî telîmat da Walî û saziyên pêwendîdar. Birîna daran hat qedexekirin.”
Tatar destnîşan kir ku li herêmên heta bi sînorê Sêrtê jî birîna daran hatiye rawestandin û wiha pê de çû:
“Min ji Walî re jî eşkere got, divê êdî li herêma me dar neyên birîn.
Min heta anî ziman ku divê cezayê darbirînê milyonek lîre be.
Niha di bin çavdêriya Walîtî, cendirme û birêvebiriya daristanan a parêzgehê de li herêma me ti dar nayên birîn û em jî teqez destûrê nadin vê yekê.
Ez bi xwe vê mijarê ji nêzîk ve dişopînim.”
“Birîna daran rawestiya, dîmen ên kevn in”
Tatar diyar kir ku berê hinek cerdevanan bi îhaleyên ku ji Birêvebiriya Çandiniyê ya Şirnexê distandin dar dibirîn lê piştî telîmata eşkere ya Wezîrê Çandiniyê ev rewş bi dawî bûye û got:
“Piştî telîmata birêz wezîr birîn rawestiya.
Niha destûr nayê dayîn ku darên berê hatine birîn jî werin veguhastin.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav dibin ên berê ne.
Niha li herêma me teqez dar nayên birîn.”
“Heger neheqî hebe ez dê destê xwe bişikînim”
Tatar diyar kir ku ew ji bo xizmeta herêmê li ser kar e û destnîşan kir ku ew dê ti carî çavê xwe li neheqî û bêedaletiyê negire û anî ziman:
“Armanca me xizmeta herêm û gelê me ye.
Eger li herêmê neheqî û bêedaletî hebe, heger hewce bike ez dê destê xwe li maseyê jî bixim, heger hewce bike ez dê destê xwe jî bişikînim.
Ji ber ku em ji bo xizmeta gelê xwe hatine vir. Bila kes vê yekê ber bi aliyên din ve nekişîne.”
Parlamenterê AK Partiyê behsa pêvajoya çareseriyê jî kir ku bi şewitandina çekan a PKKyê û biryara avakirina komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê berdewam dike.
Tatar ji bo piştgiriya wan a ji bo pêvajoyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Arslan Tatar da zanîn ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemûyan û wiha pê de çû:
“Divê em bi vê zanebûnê tevbigerin. Ji niha û pê ve divê êdî xwîn neyê rijandin.
Em hemû bira ne, xizm in, yek milet in, yek ala ne.
Heta ku ez li ser vî karî bim, dev ji birîna daran berdin, ez dê destûrê nedim neheqî û bêedaletiyan.”
“Êdî bila xwîn nerije, zarokên me nemirin”
Tatar diyar kir ku xelk jî piştgiriyê dide pêvajoyê û got:
“Divê em wekî Kurd destê xwe bixin bin kevir.
Êdî bila xwîn nerije, zarokên me nemirin.
Gelê me jî vê pêvajoyê gelekî erênî pêşwazî dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse