Ji bo parastina Kirmanckî pêngaveke dîjîtal: Bimus eleqeyeke mezin dibîne

30-08-2025
Aydin Bayram @aydn_byram
Afîşa sepana Bimusê / Wêne: Bimus
Afîşa sepana Bimusê / Wêne: Bimus
Nîşan Bimus Kurdî Kirmanckî Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Ma'z Êst ku li Bakurê Kurdistanê li ser parastina zimanê Kurdî xebatan dimeşîne, ji bo fêrkirina zaravayên Kurdî, bi taybetî Kirmanckî/Zazakî, sepaneke nû ya mobîl a bi navê "Bimus"ê pêşkêş kir.

Sepana ku bi dersên înteraktîf, lîstik û guftûgoyan fêrbûna Kurdî hêsantir dike, ji meha hezîranê ve zêdetirî 65 hezar carî hatiye daxistin û di demek kurt de eleqeyeke mezin dît.

"Armanca me ew e ku Kurdî li her malê mayînde bibe"

Birêvebirê Stenbolê ya Kovara Ma'z Êstê Keybanû Ertaşê ji Rûdawê re behsa xebatên komê kir û proje wekî encama xebateke salekê pênase kir.

Keybanû Ertaşê derbarê armancên sepana Bimusê wiha got:

"Bimus encama xebata salekê ya Koma Mazestê ye. Armanca me ew e ku li her malê axaftin û nivîsandina Kurdî mayînde bibe.

Em ji bo parastina zaravayên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî xebateke girîng dimeşînin."

"Xwendin çekeke neteweyî ye"

Koma Ma'z Êst heft sal in bi awayekî serbixwe li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Bakurê Kurdistanê têdikoşe û vê sepanê wekî gaveke stratejîk a vê têkoşînê dibîne.

Keybanû Ertaşê bi bîr xist ku damezrînerê komê Abdullah Çelîk, bi taybetî ji bo pûçkirina teza "Zaza ne Kurd in" kovarê weşandiye û got:

"Em li hemberî wan kesayetên nezan tekoşîna xwe didomînin.

Ti carî ji bîr nekin, xwendin her tim ilm û marîfetê derdixe holê. Xwendin çekeke neteweyî ye."

Xwendekarekî zanîngehê bi tena serê xwe amade kir

Yek ji aliyên herî balkêş ên projeyê ew e ku sepana Bimusê, bi hemû aliyên xwe yên teknîkî ve, ji aliyê xwendekarekî beşa aboriyê yê zanîngehê Hamza Çelîk ve, hatiye amadekirin.

Keybanû Ertaşê bal kişand ser keda mezin a Çelîk û got:

"Ew bi tena serê xwe salekê li ser projeyê xebitî û ji bo vê projeyê şevên dirêj bêxew ma.

Ger hûn piştgiriya Bimusê bikin, em dê hîn baştir bixebitin û di paşerojê de tiştên xweştir biafirînin."

“Bila zarok bi zimanê xwe bijîn”

Ertaşê di dawiya axaftina xwe de bangî malbatan kir û got:

"Hûn jî Bimusê daxin telefonên xwe û bila zarokên we bi zimanê we hîn bibin û bi zimanê we bijîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst