Li Wanê xizmên nexweşekî bijîşkek bi giranî birîndar kir

30-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Bijîşk Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xizmên nexweşekî li bijîşkekî dan û ew bi giranî birîndar kirin.

Bijîşk li nexweşxaneyê di çavdêriya hûr de ye û derbarê bûyerê de 2 kes hatin destserkirin.

Doh demjimêrên nîvro li parêzgeha Wanê nexweşek ku destê wî birîndar bûbû ji bo çareseriyê çû Navenda Bijîşkî ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Li gorî zanyariyan çareseriya destpêkê bo wî nexweşî ji aliyê asîstanê ortopediyê Dr. Halîl Îbrahîm Ulusal ve hat kirin lê xizmên nexweş di dema çareseriyê de êrişî wî kirin û lê dan.

Bi lêdan û tundûtîjiya xizmên nexweş milê Halîl Îbrahîm Ulusal şikest û ji cihê xwe derket û bi giranî birîndar bû.

Bijîşkê navborî  piştî bûyerê ji bo beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê hat rakirin û neştergerî jê re hat kirin.

Niha jî bijîşk di bin çavdêriya hûr de ye.

Hat ragihandin ku 2 êrişkar piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destserkirin.

Serokê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yê Şaxa Wanê Hîkmet Bîlgîn piştî bûyerê çûye serdana nexweşxaneyê û derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bîlgîn nerazîbûn nîşanî tundûtîjiyali hember bijîşkê nexweşxaneyê nîşan da û bang li aliyên peywendîdar ên Tirkiyê kir ku yasaya derbarê rûbirûbûna tûndûtîjiya li hember bijîşkan de demildest bê cîbîcîhkirin da ku êdî bûyerên wiha li nexweşxaneyan çênebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst