Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser klînîkeke de girt ku tê gotin ji aliyê bijîşkekî sexte ve dihat birêvebirin û 2 kes desteser kirin.
Di lêgerînê de polîsan dest danîn ser amûrên tedawiyê yên wekî sedye, amûrên mesajê, stetoskop û her wiha hezar û 519 belge û dokûmentên ku agahiyên nexweşan tê de bûn.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, hêzên Şaxa Têkoşîna Dijî Qeçaxçîtî û Sûcên Rêxistinî û Buroya Têkoşîna Dijî Sûcên Darayî operasyonek dijî kesên ku bi navê tedawiya alternatîf bi dîploma û belgeyên sexte xizmetên tenduristiyê pêşkêş dikin, pêk anîne.
Operasyon 25ê Nîsanê li cihekî kar ê li navçeya Îpekyoluyê pêk hatiye.
Di lêgerîna nav klînîkê de polîsan dest danî ser klasorên nexweşan ên ku tê de agahiyên wekî ezmûn, fîlm û ultrason hebûn, her wiha amûrên bizîşkî yên ku ji bo tedawiyê dihatin bikaranîn.
Di heman demê de kartvizîtên ku bi navê gumanbar hatine çapkirin û soza çareseriyeke tekez a ji bo nexweşiyan didin jî hatin dîtin.
Cihê kar piştî hat tespîtkirin ku tedawiyên ne li gorî yasayan dike, ji aliyê tîmên Rêveberiya Tenduristî ya Parêzgehê ve hat mohrkirin û derbarê her du gumanbaran pêvajoya qanûnî hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse