Îlham Ehmed: Ji bo vekirina Dêriyê Nisêbînê rêkeftineke destpêkî heye

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed Dêriyê Nisêbînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmedê ragihand ku ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Qamişlo û Nisêbînê "lihevkirineke destpêkî" heye.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê da zanîn ku dan û standinên li ser birêvebirina wî deriyê sînorî berdewam in û wekî prensîb lihevkirineke destpêkî heye ku ew derî were vekirin.

Îlham Ehmedê eşkere kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi rêya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ji hikûmeta Şamê re gotiye ku ew ji bo yekgirtinê û avakirina komîteyên hevbeş amade ne.

Îlham Ehmedê derbarê daxwaza Washingtonê ya ji Şamê ku tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe jî got, divê hikûmeta Şamê helwesta xwe ya li hemberî şerê li dijî terorê eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst