Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku jinên DAIŞî ji bo destdirêjiyê li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê tunelan dikolin.
Li gorî gotina Şêxmûs Ehmed, jinên DAIŞî dixwazin zarokên ku nû gihiştine temenê balixbûnê veşêrin.
Her wiha ew bi vê yekê destdirêjiya seksî li wan dikin da ku îdeolojiya xwe ya tund bidomînin.
Rêxistineke alîkariyê ya navneteweyî jî ev kiryar wekî "destdirêjiya herî mezin a li ser zarokan" bi nav kir.
Berpirsa Fona Tevlîbûn û Berxwedana Civaka Gerdûnî (GCERF), Dr. Lilla Schumicky-Logan, beriya bi çend rojan ji nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah re eşkere kiribû ku li Kampa Holê xortên ciwan ji aliyê jinan ve "bi xerabî tên bikaranîn."
Li gorî wê, armanc ew e ku jin ji wan xortan ducanî bibin da ku "nifşê xîlafetê bidomînin."
"Ev kiryar bi erêkirina DAIŞê tê kirin"
Şêxmûs Ehmed derbarê van îdiayan de ji Rûdawê re axivî.
Şêxmûs Ehmed got, "Belê, tiştê ku ew (Dr. Lilla Schumicky-Logan) dibêje rast in. Ev kiryar bi taybetî di beşa malbatên biyanî de (yên ne Îraqî û Sûriyeyî ne ) rû dide.
Malbatên DAIŞê dema zarokên wan ew digihîjin temenê balixbûnê an go dema dibin 15-16 salî wan vedişêrin.
Paşê ew wan bi çend jinan re dizewicînin. Ew dixwazin nifşê xwe zêde bikin."
Ehmed wiha pê de çû, "Ev jin ji bo veşartina wan zarokan li kampê tunelan dikolin. Ev kiryar bi erêkirina DAIŞê tê kirin û ev ne karekî serbixwe ye."
Kampa Holê li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi şert û mercên xwe yên xirab navdar e.
Zêdetirî 26 hezar jin û zarokên DAIŞiyan li kampê dimînin. Piraniya wan Îraqî û Sûriyeyî ne.
Zarokan fêrî kuştin û serjêkirinê dikin
Li gorî rêzikên kampê, divê zarokên ku digihîjin temenê 12-13 saliyê ji malbatên xwe bên veqetandin da ku neyên radîkalîzekirin.
Ew zarok li navendên taybet ên li derveyî kampê têne ragirtin.
Şêxmûs Ehmed hişyarî da û got, "Jinên girêdayî DAIŞê zarokên xwe perwerde dikin.
Ew zarokan fêrî çekan, şer, kuştin û serjêkirinê dikin. Her wiha zarok fêrî êrişkirina karmend û hêzên ewlehiyê û şewitandina konên rêxistinan dibin."
Operasyonên HSDyê û dilgiraniya navneteweyî
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran li dijî şaneyên DAIŞê yên li Kampa Holê operasyonan li dar dixe.
HSDyê di operasyona dawî de diyar kiribû ku armanca wan "pêşîgirtina li îstîsmara zarokan a di bin navê 'Zarokên Xîlafetê' de ye."
Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku di operasyona dawî de 15 kes hatin girtin ku 4 kes ji wan zarokên di navbera 14 û 16 salî de bûn.
Ew zarok bi "şewitandina konan û êrişkirina li ser hêzên ewlehiyê" hatibûn tawanbarkirin.
Hefta borî li New Yorkê jî Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa Kampa Holê civiya bû.
Nûnerê NYyê Alexandre Zouev hişyarî da û got ku kamp "dibe ku bibe cihê geşbûna radîkalîzma terorîst."
Kampa Holê bi hevahengiya hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê tê birêvebirin.
Rûdawê derbarê îdiayên destdirêjiya li ser zarokan bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re ket têkiliyê lê heta niha bersiv wernegirtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse