Nêçîrvan Barzanî spasiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir

30-10-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî li dar xist.

Îro piştî nîvro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re civiya û ji ber serkeftîbûna pêvajoya dengdanê spasiya wan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Komîsyonê û alîkariyên Serokwezîrê Îraqê û dezgeha dadweriyê ya Îraqê kir û got:

“Nêçîrvan Barzanî ji ber ked û xebata wan a di pêvajoya dengdanê de spasiya wan kir.

Her wiha da zanîn ku ji hemû aliyan ve hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng bûne.”

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku serkeftina hilbijartinan di encama rol, dilsozî û hevkariya Komîsyonê ya li gel hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bû.

Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê jî ji bo serkeftina di hilbijartinan de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir û anî ziman:

“Ji kampanyaya hilbijartinan heta dengdanê, pêvajoyeke serkeftî bû û cara yekem e li Îraq û Herêma Kurdistanê ti gilî û gazinc li ser hilbijartinan nehatine tomarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e