Îbrahîm Biro: Metirsî heye ku li Dêrezor û Reqayê tolhildan rû bide

30-11-2025
Bîlal Ehmed
Îbrahîm Biro / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îbrahîm Biro / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Dêrezor Minbic Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro hişyarî da ku bûyera bêrêziyê ya li Minbicê dibe ku li Dêrezor û Reqayê veguhere tolhildanê.

Îbrahîm Biro beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û rojev ji Nalîn Hesenê re nirxand.

Wî rexneyên tund li hikûmeta nû ya Sûriyeyê girtin ku roj bi roj pirsgirêkên wêlet zêdetir dike û got, "Welat bi vî awayî nayê birêvebirin."

Alîgirên hikûmeta Sûriyeyê di xwenîşandanan de dirûşmên nijadperest li dijî Kurdan gotin.

Îbrahîm Biro ji bo cihê van bûyeran amaje bi Minbicê da û hişyarî da ku dibe bûyerên mîna wê û tewr xerabtir jî li herêmên din ên wekî Reqa û Dêrezorê rû bidin û got:

"Ya ku hatiye zanîn bûyer li Minbicê bûye.

Ev yek nîşanekê dide me ku berê YPG û piştr e HSD li wir bûn, heşt salan li wir man û bi milyonan dolar xerc kirin, bi hezaran kur û keçên Kurd li wir şehîd ketin.

Îro ku xelkê resen vegeriya, gelo ew Beasî ne, an Sedamî û DAIŞî ne? Ev ne karê me ye. Niha ew xelk xwenîşandanan li dijî me dikin.

Ev yek metirsiyekê çêdike ku dibe di paşerojê de li herêmên din ên wekî Dêrezor û Reqayê mesele ne tenê bi axaftinê bi dawî bibe, belkî metirsiya tolhildanê jî heye."

Di xwenîşandanên 28ê Çiriya Paşîn a 2025an de li beşek ji bajarên Sûriyeyê çendîn dirûşmên dijî Kurdan hatin bilindkirin.

Vê yekê berteka tund a Kurdan û neteweyên din bi xwe re anî.

Yek ji wan kesên ku bertek nîşan da Îbrahîm Biro bû, wî di nameyekê de ji Ehmed Şer daxwaza cezakirina wan kesan kir.

"Welat bi vî awayî nayê avakirin"

Îbrahîm Biro derbarê nameya ji bo Ehmed Şer, behsa pêwendiya xwe bi beşek ji berpirsên niha yên Sûriyeyê kir û hişyarî da wan ku niha pirsgirêkên zêdetir ji dema desthilata Beşar Esed hene û got:

"Ez nizanim gelo ew name rasterast digihîje Ehmed Şer an na lê beşek ji wan kesên ku di dema borî de me bi hev re kar kiriye niha di desthilatê de ne û di postên bilind de ne.

Berê me ji wan kesan re gotibû ku di paşerojê de gelek pirsgirêk li Sûriyeyê derdikevin pêş lê wan bawerî bi me nedianî.

Piraniya Sûriyeyiyan wisa difikirîn ku eger Beşar Esed nemîne, li Sûriyeyê ti pirsgirêk namîne.

Berevajî, hinek pirsgirêk niha derketine holê ku berê tune bûn, wekî mînak pirsgirêka Durzî û Elewiyan.

Min dixwest bi rêya wê nameyê, wê heqareta ku li Kurd û yên ne Kurd hatiye kirin, bixim ber destê wan û ji wan re bibêjim ku welat bi vî awayî nayê avakirin û roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe."

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê derbarê wan bûyeran de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

"Xerabiya hinek hêzên siyasî nabe hincet ji bo bersiveke xerab ku li dijî têgehên olî û niştimanî û li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê be.

Dewleta Sûriyeyê bi çavekî wekhev li hemû welatiyên xwe dinêre û li pêşberî yasayê her cudahiyê li ser bingeha mezhebî yan nijadî red dike."

"Divê Ehmed Şer ji xeletiyên xwe vegere"

Wî ji Ehmed Şer xwest ku xwe wekî serokê hemû Sûriyeyiyan bibîne ne tenê yê aliyekî û biland:

"Divê gotareke wî ya eşkere ji bo hemû Sûriyeyiyan hebe û xwe wekî serokê hemû Sûriyeyiyan bibîne, ne serokê beşekê yan û mezhebekî."

Îbrahîm Biro daxwaz ji Ehmed Şer kir ku li hinek xeletiyan vegere û hişyarî jî da ku pêwendiya li gel welatên cîhanê ne tenê amûrek ji bo serkeftinê ye û domand:

"Ew derfetên ku ji bo vê desthilatê hatine pêş, ji bo ti desthilata din nehatine.

Di nava kêmtirî salekê de hemû aliyên navneteweyî dan û standin li gel kirin.

Pêwîst bû ev derfet ji bo rêxistina nava mala xwe bi kar bianiya.

Pêwîst e pêdeçûnê di xeletiyên xwe de bikin, bi taybetî Kongreya Niştimanî ku di nava sê demjimêran de hat çêkirin, pêwîst e were berçavderbaskirin."

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê 25ê Sibata 2025an li Şamê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya wê, çek dê tenê di destê dewletê de be û artêşeke niştimanî ya pîşeger tê avakirin.

Her pêkhateya çekdar li derveyî saziyên fermî, wekî koma neyasayî tê dîtin.

Kongre rûbirûyî rexneyên tund ên pêkhateyên Sûriyeyê bû û encamên wê ji aliyê Kurd, Elewî û Durziyan ve hatin redkirin.

"HSD û Rêveberiya Xweser karê şandeya hevbeş dikin"

Îbrahîm Biro derbarê dan û standinên navbera Kurd û hikûmeta Sûriyeyê, rexne li HSD û Rêveberiya Xweser girt ku bi awayekî yekalî dan û standinê bi Şamê re dikin û got:

"Em naxwazin li derveyî rêkeftina 26ê Nîsanê diyalog li gel Kurdan were kirin lê îro aliyekî din diçe û behsa hemû tiştan dike.

HSD, Rêveberiya Xweser û PYD diçin û behsa destûr, çand û xwendinê dikin.

Di rêkeftina me de wisa ye ku HSD derbarê rêkeftina leşkerî û îdarî dan û standinê bike lê di ti tiştê siyasî û bi taybetî mafên destûrî de dan û standinê neke.

Lê niha hinek alî bi karê şandeya hevbeş radibin. Niha HSD û Rêveberiya Xweser hêdî hêdî vî karî ji destê şandeya hevbeş derdixin, ev jî xeletiyeke pir mezin e."

Şandeya Kurdan

26ê Nîsana îsal, li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Konferansa "Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdan" li Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna nêzîkî 400 endam û nûnerên partî û aliyên siyasî hat lidarxistin.

Di daxuyaniya dawî ya konferansê de çend xal hatin pêşkêşkirin ku biryar li ser wan hatibû dayîn.

Di yekê ji xalan de hatibû gotin, ji bo dan û standina li gel berpirsên Şamê "di dema herî zû de şandeyeke hevbeş a Kurdan were pêkanîn."

Îbrahîm Biro derbarê şandeyan Kurdan de anî zimên:

"Şandeya Kurdan tiştekî pir baş û hevbeş e, hemû aliyên Kurdan nûnerên wan tê de hene.

Belgeyek jî heye ku hemû nêrîna Kurdan tê de ye lê pirsgirêk li vir ew e ku ev pirs bi HSDyê ve hatiye girêdan û HSDyê jî ev yek qebûl kiriye û Peymana 10ê Adarê kirine û mafê Kurdan kirine xalek di rêkeftinê de."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst