Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji fermandarên payebilind ên PKKyê yê li Qendîlê Amed Malazgîrt diyar kir ku di pêvajoya bi Tirkiyeyê re tê birêvebirin de rêxistinê gavên dikevin ser milê xwe avêtine.
Malazgîrt destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan neyê berdan û Enqere gavên şênber neavêje ew dê gaveke nû navêjin.
Amed Malazgîrt li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê û vekişina ji Îraqê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî.
Fermandarê PKKyê li ser rewşa heyî ya pêvajoyê got, "Hemû gavên ku Rêber Apo dabûn destpêkirin hatin bicihanîn... Ji niha û pê ve (ji aliyê me ve) gaveke din dê nayê avêtin."
"Daxwaza sereke azadiya Ocalan e"
Fermandarê PKKyê teqez kir ku êdî dora avêtina gavan a Enqereyê ye û got, "Ji niha û pê ve em dê li benda dewleta Tirk bin; aliyê ku divê gavê biavêje ew in."
Amed Malazgîrt teqez kir ku daxwaza sereke ya rêxistinê berdana Ocalan e.
PKKyê berpirsyariyên xwe anîn cih
Berpirsê PKKyê her wiha diyar kir ku PKKyê berpirsyariyên dikevin ser milê xwe anîne cih û dor a gavavêtinê ya dewletê ye û got:
“Rêber Apo xwest ku PKK kongreya xwe bicivîne; PKKyê ev yek kir û xwe fesix kir.
Şerê li herêma Zapê 5 salan ajot, dewletê hewl da gerîlayan tasfiye bike lê bi ser neket.
Rêbertiyê got, ‘ji xetên şer vekişin’, me jî xwe vekişand. Me çekên xwe radest nekirin û me bi awayekî sembolîk ew şewitandin.
PKKyê berpirsyariya dikeve ser milê xwe anî cih lê dewletê hîn gavên şênber neavêtine.
Eger dewleta Tirk bi rastî biratiya Kurd û Tirkan diparêze, gava yekem a ku divê bê avêtin azadiya Rêber Apo ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse