Li Efrînê 31 koçberên Kurd ên vegeriyan ser mal û milkên xwe hatin girtin

31-01-2024
Hisên Omer
Li Efrînê koçberên ku vedigerin tên girtin
Li Efrînê koçberên ku vedigerin tên girtin
Nîşan Efrîn Koçberên Kurd Vegerîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di meha Kanûna Paşîna îsal de, 31 koçberên Efrînî yên ku vegeriyane li ser mal û milkên xwe hatine girtin.

Li gorî agahiyên Rûdawê bidestxistiye, grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê di nava mehekê de 31 koçberên Efrînê piştî ku vegeriyane ser mal û milkên xwe revandine.

Herwiha hat zanîn ku ji van koçberan 8 jê jin in.

Grûpên çekdar jineke 65 salî girtin

Herî dawî 2 jin bi giştî 3 welatiyên ku vegeriyabûn hatin girtin.

Agahiyên kesên ku hatine girtin wiha ye:

25ê Kanûna Paşîn, Leman Reşîda 47 salî ya ji gundê Metînayê ye hat girtin.

24ê Kanûna Paşîn, Fîras Xelîl Nûrî yê 40 salî ji gundê Dêrsiwanê ye hat girtin.

16ê mehê Elmase Onbaşiya 65 salî ya ji gundê Heçîkayê ye hat girtin.

Ji bilî her sê welatiyan, di heman mehê de 31 welatî hatin girtin ku 8 ji wan jin in.

“Ji bo herêm bikeve bin kontrola Tirkiyeyê terhîb dikin”

Serokê Rêxistina DADê Biradost el Kemalî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Biradost el Kemalî di axaftina xwe de got:

“Rojane welatiyên Efrînî vedigerin li ser axa xwe, li ser malê xwe û zeytûnên xwe.

Lewra ev veger rastî binpêkirinên mafê mirovan tên. Ev jî binpêkirinên mezin in.

Şkence dikin, digirin, dixin zindanê û pere ji wan distînin, wekî fîdye.

Ew fesaîlên Sûriyeyî yên li wir deverê kontrol dikin ku terhîbê çêbikin ji bo ku dever bixin di bin çavdêriya dewleta Tirkiyeyê de.

Terhîbê çêdikin da ku xelk venegere ango ji bo kesên ku heta niha ji herêmê derneketine da ku derbikevin. Da ku demografiyaya herêma Efrînê biguherînin.

Yê me wekî Rêxistinên Mafê Mirovan, wek rêxistina DADê, banga me tim ji Asayîşa Encumena Navdewletî re ku herêma Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî jî bixin di bin kontrola hêzeke navdewletî.

Bi vî rengî dê xelk bikaribe vegerin malên xwe, milkên xwe.”

Heta niha, nêzî 100 hezar welatiyên Efrînê ji neçarî li herêma Şehbayê koçber mane.

Ji wan koçberan nêzî 10000 kes di nav 5 kampan de dijîn.

Tevî astengî û zehmetiyên hinek ji wan koçberan vedigerin herêma xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket