Daxwaza dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê tê kirin

31-05-2019
RÛDAW
Nîşan Parêzgarê Kerkûkê Dûrxistin Daxwaz Rakan Cibûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ya li Parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek li ser bûyerên Kerkûkê û deverên cihê nakokiyê belav kir û ragihand: “Hemû wan bûyerên ku li wan deveran diqewimin, em weke meşandina şêwazeke ciyawaz a erebkirinê dibînin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Piştî wê rewşa nexwestî ya li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bi giştî û li parêzgeha Kerkûkê bi taybetî diqewime, valahiyeke mezin a ewlehiyê çêkiriye, ku can û malên welatiyên ji hemû pêkhateyan û bi taybetî welatiyên Kurd di metirsiyê de ne. Hêzên fermî yên dewleta Iraqê û milîs bi ti awayî şiyana wan a parastina seqamgîriya wan deveran û jiyana welatiyan tine ye.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Li gel berdewambûna gefên ser cotkarên Kurd û zilma ku li hember wan tê kirin bi şewitandin û nehiştina dirûna berhemên xwe yên çandiniyê, hewldana valakirina gundên Kurdan û niştecihkirina Erebên hawirde li cihên wan û rûxandina xaniyên welatiyên Kurd li navenda bajarê Kerkûkê bi hincetên cur bi cur, mixabin şeva pêncşemê 30ê Gulana 2019an rêzeteqînan welatiyên li bajarê Kerkûkê kirin armanc û bi dehan welatî bûn qurbanî.”

 

Lijneya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ya li Parlementoya Kurdistanê daxwaz dike ku hêzên Pêşmerge vegerin cihê xwe yê berê û li gel artêşa Iraqê, Kerkûkê biparêzin.

 

Herwiha lijne daxwaza guhertina Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet û hemû berpirsên îdareya parêzgeha Kerkûkê dike ku bêyî hilbijartin û xwestina pêkhateyên wan deveran hatin peywirdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst