Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Rakan Cibûrî Kerkûk Gendelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Rusafayê ya li Bexdayê biryar da ku parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji ber du dosyeyên gendeliyê bê girtin.

Rayedarekî ji Dadgeha Rusafayê ji Rûdawê re got ku parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi pênc dosyeyên gendeliyê tê tawanbarkirin û ev dosye berê ji Dadgeha Kerkûkê ji Bexdayê re hatine şandin.

Dadwerê lêpirsînê du dosye nirxandin û biryara girtina Cibûrî da.

Biryara girtinê li ser bingeha maddeya 340î ya Qanûna Cezayê ya Îraqê hatiy dayîn ku li ser zerergihandina karmendên dewletê li malên giştî disekine.

Hat zanîn ku Cibûrî hîn jî li dadgehê ye.

Wî rayedarî got ku di pêvajoya dozê de destwerdanên cuda hene û heta dawiya dema kar diyar nîne ku biryar dê biguhere yan na.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, 8 doz li dijî Cibûrî  lê 5 dosye, ji ber ku li Kerkûkê nehatine çareserkirin ew şandine Bexdayê.

Di nav van dosyan de du gendeliyên projeyan hene ku ji her yekê 500 milyon dînar winda bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst