36 malbat ji Kampa Holê vegeriyan malên xwe

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Rêveberiya Xweser Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 35 malbat ji doh Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyan warên xwe yên li Heleb, Îdlib, Reqa û Tebqayê.

Rêveberiya Xweser bi hevahengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) 36 malbatên Sûriyeyê ku ji 127 kesan pêk tê ji Kampa holê derxistin.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed ev karwanê sêyem e ku welatiyên Sûriyeyê bi biryara Rêveberiya Xweser ji kampan derdikevin û vedigerin warên xwe.

Hevserokê Ofîsa Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed li ser derketina kesên ji kampê wiha got:

"Êdî wextê vegera Sûriyeyiyên ku dixwazin ji kampan derkevin û vegerin nav Sûriyeyê hatiye.

Îro em li Kampa Holê ne û ev duyemîn karwana mirovî ye ku ji kampê ber bi nav Sûriyeyê ve diçe. Di karwanê de 36 malbat hene ku ji 127 kesan pêk tên."

Şêxmûs Ehmed da zanîn, kesên ku ji kampê derketine ji herêmên Reqa, Heleb û Îdlibê ne û veger bi çavdêriya UNHCRê pêk hatiye.

Şêxmûs Ehmed ragihand ku ji bo çavdêriya pêvajoya veguhestinê, hevahengî li gel rêxistin û komeleyên mirovî hatiye kirin û tê payîn ku di rojên pêş de karwaneke nû jî hebe.

Wî her wiha got ku armanca wan ew e ku ji bo valakirina kampê bi temamî, karê xwe bi hikûmeta veguhêz re bidomînin.

Di meha Hezîranê de, karwana yekem a ji Holê ber bi navenda Sûriyeyê ve 42 malbat bûn ku bi giştî 187 kesan pêk dihat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst