Tarik Çelenk: Rojeva komîsyonê dê entegrasyona PKKyiyan be

31-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tarik Çelenk Pêvajoya Çareseriyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û analîstê siyasî Tarik Çelenk ragihand ku rojeva sereke ya komîsyona pêvajoya çareseriyê dê entegrasyona 10 hezar PKKyiyan be

Tarik Çelenk ê ku endamê berê yê Heyeta Aqilmendan e, bû mêhvanê bultena Rûdawê û eşkere kir ku di pêvajoya berê de komîsyona parlementoyê ne aktîf bû lê vê carê însiyatîf bi temamî di destê parlementoyê de ye.

Çelenk li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê û got, “Ev komîsyona çareseriyê dê muhtemelen zêdetir giraniyê bide mijarên teknîkî.

Ez texmîn dikim ku Serokê MÎTê Birêz Îbrahîm Kalin, serdana hemû partiyên siyasî kiriye û hinek zanyariyên teknîkî dane. Komîsyon jî dê li ser wan xalan raweste.”

"Dê entegrasyona 9-10 hezar kesan bê nîqaşkirin"

Çelenk anî ziman ku yek ji rojevên herî girîng dê entegrasyona 9 heta 10 hezar endamên PKKyê be û got,“Dê aliyên teknîkî û hiqûqî yên entegrasyona wan a nav jiyana sivîl û siyasî bên nîqaşkirin.”

Wî her wiha da zanîn ku hem Bahçelî hem jî Ocalan girîngiyê didin vê komîsyonê.

Nivîskar Çelenk bal kişand ser pirsgirêka îqnakirina raya giştî û wiha axivî:

“Bingeha dengderan hevgirtinê dixwaze. Ji aliyekî ve Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ye, ji aliyekî ve şaredarên DEM Partiyê girtî ne û ji aliyê din ve ji bo endamên rêxistinê hêsankarî tên kirin.

Ev yek beşek ji dengderan dixe nava fikaran.”

"Sedema lezgîniyê rewşa Sûriyeyê ye"

Lêkoler Çelenk li ser sedema lezgîniya pêvajoyê axivî da zanîn ku aloziya li Sûriyeyê ne tenê Tirkiye Herêma Kurdistanê jî dixe nav fikaran.

Tarik Çelenk destnîşan kir ku armanca dawî ya pêvajoyê guhertina destûrê ye lê niha rojeva civakê aborî ye û got, “Muhtemel e ku di dawiya vê rêyê de her kes li ser rêya guhertina destûrê bibe yek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst