Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Xelkê Kurdistanê dê li dijî kesên ku hewl didin dagirkerî û sûcên şovînî dubare bikin derkeve."
Îro 42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 42yemîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Di salvegera komkujiya Barzaniyan de, em qurbaniyên komkujiî û tawanên hovane yên rejîma berê ya Îraqê ya ku piştî kampanyayên Enfalê li seranserê Kurdistanê pêk hatin bi bîr tînin.
Di vê bîranîna xemgîn de, em serê xwe li hemberî giyanê pak ê şehîdên Barzanî ditewînin û her tim bi rêz û hurmet wan bi bîr tînin.
Di dirêjahiya sed sala borî de, devera Barzanê gelek caran rûbirûyî êriş, şewitandin, komkujî û wêrankariya dijminên Kurdistanê bûye.
Lê her tim xelkê nîştimanperwer û stemlêkirî yê vê deverê û Kurdistanê bi giştî, bi awayekî qehremanane û fedakarane Kurdistanê parastiye û bi berxwedanê, dijmin û neyarên Kurdistanê têk birine.
Wekî her carê em ducare dikin ku divê Hikûmeta Federal erka xwe ya yasayî û berpirsiyariya xwe ya destûrî ya li hemberî qurbaniyên komkujiya Enfalê, kimyabarankirina Kurdistanê û hemû qurbaniyên destê rejîma berê bi cih bîne û êdî mafên wan piştguh nexe.
Xelkê nîştimanperwer ê Kurdistanê ti carî van tawanan ji bîr nake û divê nifş li pey nifşê bizanibin ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve di rêya parastina nasnameya xwe ya niştimanî û mafên xwe yên rewa de gelek qurbanî dane û ti carî dev ji wan bernade û li dijî hemû kesên ku hewl didin dagir bikin û siyaset û sûcên şovenîst ên berê dubare bikin, derkeve.
Silav li giyanê pak ê şehîdên komkujiya Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse