Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî, îro li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê mîtîngekê saz dike.
DEM Partî bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Rihayê mîtînga aştiyê saz dike.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek parlamenterên DEM Partiyê beşdarî mîtîngê dibin.
“Dengê xwe ji bo aştiyê bilind bike Riha”
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê gelê Rihayê vexwend mîtîngê û got:
“Em di mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de bên ba hev. Ji bona civakeke demokratîk dengê xwe ji bo aştiyê bilind bike Riha.”
Mîtînga DEM Partiyê demjimêr 17:00an li Taxa Bamyasuyuyê li kêleka Novada Parkê dest pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse