RIHA - 2 malbat li hev hatin: Dijmintiya 15 salan bi dawî bû

12-10-2025
Mihemed Emîn Demir
2 malbat li hev hatin / Wêne: Ji Rûdawê re hat şandin
2 malbat li hev hatin / Wêne: Ji Rûdawê re hat şandin
Nîşan Eşîra Dugerniyan Riha Dijmintî Aştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê piştî 15 salan dijmintiyeke di navbera malbatên Vîranan û Dagan ên ji eşîra Dugerniyan de bi dawî hat.

Berî 15 salan di pevçûna her du malbatan de kesek hatibû kuştin û ji wê demê ve di navbera wan de dijmintî hebû.

Piştî hewldanên dûr û dirêj, her du malbat bi navbeynkariya rûspiyê herêmê û mezinê eşîra Dugerniyan Mihemed Emîn Ataş li hev hatin.

Di merasîmekê de endamên her du malbatan di bin Quranê re derbas bûn û wan sond xwar ku dijmintiyê bi dawî bînin.

Rûspiyê Eşîra Dugerniyan Mihemed Emîn Ataş got:

“Em dijmintiya nêzîkî 15 salan a di navbera malbatên Vîranan û Dagan de bi dawî tînin.

Xwedê ji hemû kesên ku keda wan di vê aştiyê de heye razî be.

Ez bi taybetî spasiya her du malbatan dikim.”

Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat, parlamenterên berê û gelek siyasetmedar û welatî beşdarî merasîma lihevhatinê bûn.

Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat jî di axaftina xwe de spasiya Mihemed Emîn Ataş û hemû kesên ku ji bo aştiyê ked daye kir û anî ziman:

“We mizgîniya aştiyê da me û em bextewar kirin.”

Li Rihayê bûyerên xwîndariyê li gorî parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêdetir in lê di salên dawî de bi zêdebûna hewlên aştiyê re ev bûyer kêm bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst