HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

31-08-2025
RÛDAW
Nîşan Artêş Rojava HPG Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Artêş Rojava, Jîndar Tendurek û Arvîn Çirav Botan sala 2018an canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her 3 gerîlayan li Xakurk û herêmên parastina medyayê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 3 gerîlayan bi vî rengî ne:

Artêş Rojava: Navê wî yê fermî Hasan Uzun e û ew ji Mêrdînê ye û 27ê Çiriya Pêşîn a 2018an li Herêmên Parastinê yên Medyayê canê xwe ji dest daye

Jîndar Tendurek: Navê wê yê fermî Fatma Kaya ye û ew jî Wanê ye û 10ê Nîsana 2018an li Xakurkê canê xwe ji dest daye

Arvîn Çirav Botan: Navê wê yê fermî Şîrîn Işik ye û ew jî Şirnexê ye û 10ê Nîsana 2018an li Xakurkê canê xwe ji dest daye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst