Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê ragihand ku komeke milîs a neyasayî êrişî hêzên ewlehiyê kiriye û got, "Çarenivîsa kesên ku aramiyê dixin metirsiyê divê bi rêya yasayê bê diyarkirin, ne bi propagandayên medyayê."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li ser bûyerên dawî yên li taxa Lalezar a Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û bi tundî ragihand ku " ti kes û ti koma milîs ji yasayê ne mezintir e.”
Talebanî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku komeke milîs a neyasayî ku li derveyî yasayê kar dikir û çend herêmên niştecihbûnê kiribûn baregeh, êrişî hêzên ewlehiya fermî kiriye."
"Jiyana xelkê bêguneh xistin metirsiyê"
Serokê YNKyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê di wê demê de bi erkê girtina kesên ku lê digeriyan radibûn û got, "Karên vê komê jiyana xelkê bêguneh xistiye metirsiyê û bû sedem ku ew saziyên ku erka wan parastina civakê ye, biçûk bên dîtin."
"Çarenivîs bi yasayê tê diyarkirin, ne bi medyayê"
Bafil Talebanî tekezî li ser serweriya yasayê kir û got: "Divê ez bi zelalî bêjim; ti kes û ti komeke milîs ji yasayê mezintir nîne.
Çarenivîsa wan kesên ku ew ewlehî û aramiya ku me qurbaniyeke mezin di oxira wê de daye, dixin metirsiyê, divê bi rêya pêvajoyeke yasayî û demokratîk bê diyarkirin, ne bi texmîn û propagandayên medyayî."
Banga li dezgehên ragihandinê û dadweriyê
Serokê YNKyê her wiha bangî hemû dezgehên ragihandinê yên YNKyê kir ku nekevin nava şerê medyayê û got, "Em xwe ji bo asteke wisa danaxin. Erkê we ew e ku hûn bi berpirsiyarî rastiyan derxin pêş û baweriya giştî biparêzin."
Bafil Talebanî bangî desthilata dadwerî kir ku erkê xwe bi pabendbûna bi yasayê ve bi cih bîne, dadperwer û şefaf be û mafên hemû kesan biparêze.
Wî got, "Nabe karê komeke milîs li ser îradeya welatiyan a ji bo aştî, yekrêzî û demokrasiyê serdest be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse