Li Dêrsimê dem dema hingiv e, sal ziwa ye lê çiya bi xêr û bêr in

31-08-2025
Ali Haydar Gozlu
Mêşvan /Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Mêşvan /Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrsim Mêşvan Hingiv
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li zozanên Dêrsima Bakurê Kurdistanê yên ku bi floraya xwe dewlemend in guvaştina hingiv dest pê kir.

Xwediyên mêşhingivan dibêjin, tevî hişkesaliya îsal hêviyên wan zêde ne û dê berhemê wan ji sala borî baştir be.

"Îsal hingiv têra xwe heye"

Endamê Lijneya Birêvebir a Yekîtiya Navendî ya Mêşvanên Tirkiyeyê Kazim Dogan diyar kir li Dêrsima ku 80 hezar kewar û 750 mêşvan lê hene, li gorî sala 2024an demsaleke baştir derbas dikin û got:

"Mêşvan îsal li gorî par û salên berê bêtir razî ne. Îsal hingiv têra xwe heye, ji her şanikekê di navbera 10 û 15 kîloyan de hingiv derdikeve.

Zêdetirî 700 hingivvan hene û ew debara xwe bi vî karî dikin. Pirsgirêkên van mirovan jî hene.

Rê tune, av tune, elektrîk tune. Şert û mercên paqijiyê yên têr nînin. Eger ev kêmasî jî bên temamkirin, mêşvan dê hingivekî baştir hilberînin."

Xweza û zozanên Dêrsimê ji bilî berhemhênerên xwecihî mazûvaniya bi hezaran kewarên ji bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî dikin.

"Hingivê Dêrsimê bi kalîte ye"

Mêşvan Devrîm Şîmşek got, "Ez ji navçeya Mûtê ya Mêrsînê me.

Ji ber ku hilberînerên gerok in, em di dawiya meha Gulanê de tên herêma Dêrsimê.

Ji ber ku floraya vê derê dewlemend e, hingivê wê bi kalîte ye.”

Hingivê Dêrsimê yê bi markaya “Îksorê” îsal li Londonê di pêşbaziyeke navdewletî de xelata zêrîn wergirt.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê, li Dêrsimê hezar û 27 berhehilberînerên mhênerên hingiv û 80 hezar û 243 kewarên hingiv hene.

Li gorî amarên fermî li wê parêzgehê sala 2024an 200 ton hingiv hatibû hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst