Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrtê kesekî hevjîna xwe û apê xwe bi çekê kuştin, her wiha dêya xwe, apekî xwe yê din û amojina xwe jî birîndar kirin.
Bûyer li taxa Firatê ya navçeya Misircê ya Sêrtê qewimî.
Li gorî agahiyan, êrişkar ji ber sedemeke nediyar gule li 5 endamên malbata xwe reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku hevjîna êrişkar û apê wî li cihê bûyerê mirine û 3 kes jî birîndar bûne.
Tîman birîndar birin nexweşxaneyê û êrişkar jî hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse