Hewlêr (Rûdaw) – HPGyê nasnameya 7 gerîlayên ku sala 2020an li Herêma Kurdistanê di pevçûna bi artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe de got, “Sekna wan a zelal a li ser rêgezên PKKyê di dîroka têkoşîna me de şopeke bêhempa hişt.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan gerîlayan bi ruhê fedayî li dijî êrişan li ber xwe daye û di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest daye.
HPGyê da zanîn ku gerîlayan wan li herêmên cuda beşdarî xebatan bûne û got, “Hevrêyên me hewl da ku hemû peywirên ku girtin ser xwe bê kêmasî bi cih bînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de HPGyê soza domandina têkoşînê da û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameya gerîlayan wiha ne:
Gelhat Egî: Navê wî yê fermî Umît Muradî ye li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û 13ê Tebaxa 2020an li Garê canê xwe ji dest daye.
Kurtay Feraşîn: Navê wî yê fermî Şeyhmus Başaran e û li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 13ê Tebaxa 2020an li Garê canê xwe ji dest daye.
Şervan Şoreş: Navê wî yê fermî Heyder Mamo ye li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 11ê Tebaxa 2020an li Zapê canê xwe ji dest daye.
Rizgar Rojka: Navê wî yê fermî Sîracettîn Kondu ye li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 14ê Tebaxa 2020an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Argeş Bagok: Navê wî yê fermî Ferhat Guler e li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye 14ê Tebaxa 2020an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Mahîr Destîna: Navê wî yê fermî Rişvan Seleh Resûlî ye li Çarqûrneya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û 31ê Adara 2020an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Şiyar Destîna Zana: Navê wî yê fermî Fesîh Vural e li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û 11ê Tebaxa 2020an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse