Hatîmogullari: Em derbasî qonaxeke nû û girîng a pêvajoyê bûne

31-10-2025
Nîşan Tulay Hatîmogullari Pêvajo PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku pêvajo derbasî qonaxeke nû û girîng bûye.

Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari beşdarî bernameya "Civîna Civaka Sivîl" a li Wanê bû.

Hatîmogullari, bi Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û partiyiyan re, çû Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Hatîmogullari li wir bi Nizamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê û xwendekarên zanîngehê re civiya.

Termê Rojîn Kabaîşa 21 salî 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an li peravê Gola Wanê li hatibû dîtin.

Hatîmogullariyê soz da ku ew dê ji bo ronîkirina bûyerê bibin şopdar.

Tulay pişt re derbasî Baroya Wanê bû û di bernameya "Civakîkirina Pêvajoyê - Civîna Civaka Sivîl" de bi nûnerên saziyên civaka sivîl re hat cem hev.

“Şewitandina çekan garantiya pêvajoyê ye”

Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya civakîkirina aştiyê û anî ziman ku pêvajo zêdetirî salekê ye berdewam dike û got:

"Navê ku me li vê pêvajoyê kiriye 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' e. Em dikarin gelek tiştan bixin bin vê sernavê.

Yek ji qonaxên girîng ên vê pêvajoyê ew bû ku PKKyê biryar da ku xwe fesix bike.

Li pey wê, merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê hat lidarxistin ku yek ji xalên garantiyê yên vê pêvajoyê ye.

Li ber çavê raya giştî ya cîhanê, bi şewitandina çekan ji bo avakirina aştiyê gavek hat avêtin ku careke din venegerin."

“Gavên şênbertir hene ku divê bên avêtin”

Wê bi bîr xist ku derbarê pêvajoyê li parlamentoyê komîsyonek hatiye avakirin û wiha pê de çû:

"Avakirina Komîsyonê bê guman gelekî girîng û biqîmet e. Komîsyonê heta niha gelek guhdarîkirinên girîng kirine lê hîn gavên şênbertir hene ku divê bên avêtin.

Di wê mijarê de hîn rê nehatiye girtin. Em di wê baweriyê de ne ku bi daxuyaniya vekişîna rêxistinê ji Tirkiyeyê re, em derbasî qonaxeke duyem û gelekî girîng bûne.

Ger Tirkiye pirsgirêka Kurdan çareser bike, dê aştiyê bîne herêmê. Tevkariyên Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser kiriye, ji bo aştiya herêmê dê gelekî şênber, rastî û cidî bin.

Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurdan çareser kiriye, dê di warê têkiliyên navneteweyî, civakî, siyasî, aborî û dîplomatîk de welêt bi pêş bixe.

Di vê pêvajoya ku em derbasî qonaxa duyem bûne de, divê pirsgirêka Kurdan ne bi pansûmanê, bi aştiyeke mayînde û demokrasiyê were xemilandin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî Di bernameyê de axaftinên xwe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst